|
Lagar och konventioner
|
Rapporter|
Svenska
|
Kurdiska
EU-Projekt
Ahmet Dere: Ji bo çi Yekîtiya Ewrupa ?
Bi pêþketina rewþa
civakêve grêdahî, her diçe pêwîstiyên rojane yên morovahiyê jî zêde
dibin û gor wan guhertin û veguhertin çêdibin. Guhertinên ku tên pêkanîn
bixwere pêdiviyên nû derdixin holê. Ev zagoneke xwezahiyêye û kes nikare
li pêþiya wî bibe asteng. Heman xal ji bo sîstemên dewletan jî xwedî
rastiyeke. Dîroka cîhanê tu carek ji nemiriya sîstemekre þahîdî nekirye.
Car caran weke ku dîrok xwe dubare dike tê fêmkirin lêbelê ew ne raste û
li dijî diyalektizmêye. Her sîstem bi xwere bingehiya sîstemek nû jî
davêje û her diçe wî bingehiyê lipêþdixe. Sîstemên ku di salên 1800’de
weke sîstemên hemdem dahatin naskirin, di salên 1900’de bûn yên
kevneperst û hilweþiyan. Em dinêrin sîstemên ku di destpêka salên
1900’de çêbûn di destpêka sedsala 21.’de roj bi roj, an xwe diguherînin
an jî tên hilweþandin. Lewma, divê em li ser esasên diyalektîkî nêzîkê
dîrokê û bûyerên demê bibin. Ji bo ku nirxandinek rast were kirin ev
þerteke bê gotine.
Weke tê zanîn, ji þerê cîhanê yê duyemîn þunde di
nav dewletên ewrupîde bingehiya yekîtiyek hate avêtin. Di navbera deh
salên ku þer hate meþandinde pir dewletên Ewrupî feqîrketin û rewþa
aborî ya civakê xiravbû. Lewma, destpêka bingehiya Yekîtiyê li ser
esasên xurtkirina têkîliyên aborî hate avêtin. Lêbelê piþtî ku ew têkîlî
hatin xurtkirin roj bi roj bandora wî jî hate frehkirin û ji salên 1970
þunde bingehiya yekîtiyek siyasî hate avêtin. Ev saziya ku îro weke
Yekîtiya Ewrupa tê zanîn, encamek wê pêvajoyêye.
Bi pêþketina rêxistina YE weke saziyek siyasî, cûr
bi cûr saziyên din yên bi armanca demokratîkkirin û parastina mafên
mirovan jî hatin damezrandin. Taybetî di warê rêxistinên mafên mirovan û
yên sivilde pêþketinên ku hatin çêkirin xwedî nirxên mezin yên hêjane.
Çiqas jî di xebatên wan saziyande kêmasî hebin, ji bo pêþxistina
mentaliteyek demokratîk û parastina hin mafên mirovan wan rolek
pêþengiyê jî leystiye. Roja îro mirov dinêre, di hemu welatên Yekîtiya
Ewrupayêde roj bi roj bandora saziyên sivil frehdibe û li ser
birêvebirina sîstemande dibin xwedî tesîrek mezin. Çiqas jî sîstema
navendî a Yekîtiya Ewrupa hê li pêþiya hewuldanên ji bo pêþxistina
demokratîkbûyînê astengîbe jî, divê were zanîn ku heman sîstem ji pir
pêþxistinanre jî derfetên baþ pêþwazî kirye. Sîstema ku îro di
Ewrupayêde tê meþandin wê hê jî bibe sebebê pêþveçûyînên hemdem. Lêbelê
pêwîste ku kêmasiyên vî sîstema mijara gotinê were zanîn, û divê li
hember wan tekoþîn were meþandin. Lewma, divê ku ev neyê wateya ku em
aliyên wî yên baþ nevînin. Ya ku herî grîng û pêwîst ewe ku, di
aliyekîde em li ser wan kêmasiyan bisekinin di aliyê dinde hewulbidin
daku jê faydê bivînin.
Yekîtiya Ewrupa ku ji 25 welatên endam çêdibe di
nav sînorên xwede derdorê 40 gelî dihewîne. Ji ber ku ev Yekîtî ji alî
dewletanve hatiye damezrandin, di saziyên wîde jî dewlet têne
temsîlkirin. Lewma hemî gelên ku di nav sînorên wîde dijîn bi awayek
azad di nav saziyên YE’de nayên temsîlkirin. Berê hertiþtî divê ku ev
rewþ û sîstem were guherandin. Bi pêþketina mafên sazîyên sivilre, her
waha mefên kêmnetewan û komên civakî jî pêþdikevin. Bê guman tu maf bi
awayek hêsanî nayê bidestxistin, lêbelê ger tekoþîn were meþandin wê
bidestxistina mafan jî were pêkanîn. Lewma, pêwîste ku nirxên rola ku
sazîyên sivil yên Ewrupî ku roja îroyîn di Ewrupayêde dileyzin were
zanîn. Lêbelê ji bo me gelê kurd ev saziyêen mijara gotinê hê xwedî
xebatek bi nirx nînin. Di vî warîde divê ku ev jî weke kêmasiyek me were
dîtin. Digel hebûna ji mîlyonek zêdetir kurdan ka me li Ewrupa çiqas
saziyên xwe pêþxistiye û bi hêza wan xwe di qada navnetewîde temsîlkirye?.
Hebuna ji mîlyonek zêdetir kurdan li Ewrupa, hê tanzîmek bi hêz ya
saziyan çênebuye. Ji ber vê yekê jî em nikarin di qada navnetewîde xwe
baþ temsîlbikin. Lewma jî em nikarin pir baþ ji derfetên Yekîtiya Ewrupa
îstifade bikin û çewa ku tê xwastin bibin xwedî maf.
Di vî dema ku li ser pêvajoya Tirkiye-Yekîtiya
Ewrupa pir guftugoh têne çêkirinde, divê em baþ li ser baþî û nebaþiyên
vî yekîtiyê bisekinin. Ger em YE baþ nasnekin emê nizanibin wê di
tevlêbûna Tirkiyê’de çi berjewendiyên me hebin û wê ji mere bi feydebe
an jî ne. Ji her demê zêdetir di destpêka vî pêvajoyêde pêwîstiya me bi
naskirina YE û mijara tevlêbûna Tirkiyê heye. Di vî warîde, divê ku em
bixwe xwedî analîzekbin, gor berjewendiyên ji bo azadî û mafên
demokratîk yên gel ji xwere cîh bigrin.
Weke min li jor anî ziman, rewþa demokratîkbuyîna
Ewrupa pir zêde ji ya welatên Rojhelatanavîn û Tirkiyê pêþketîtire. Bi
hemu kêmasiyên xweve, sîstema ku di ewrupayêde tê bikaranîn ji ya
dewletên heyî yên Rojhelatanavîn pêþketîtire. Divê ku em ji wê îstifade
bikin û rewþa heyî ya Rojhelatanavîn biguherin. Lewma, weke di hêla
cografîkde jî Tirkîye û Kurdîstan’a Bakur nîve nîv weke Ewrupa tê dîtin,
bê guman daxwazek weke ya tevlêbûne YE bi wateye. Him ji bo Tirkiyê û
him jî ji bo kurdan, ketina nava civateke weke ya Ewrupa wê pêþketinên
mezin bide afirandin. Þûna ku Tirkiye û Kurdîstan bi welatên þûndemayîn
yên herêmêre bibin yek, xwe nêzîkkirina berbi Ewrupa zêdetir bi faydeye.
Ne ji bo ku em ji wê herêmê heznakin, tersê wî, ji bo ku em wê herême
biguherînin û pêþbixin pêwîste ku em bixwazin bikevin YE. Ji bo ku
mentalîteya kevneperest ya ku îro di Tirkîyêde heyî were pelçiqandin,
binpêkirin û bandora depêvajoya demokratîk li ser dewletên din yên
herêmê jî bidin çêkirin, em dixwazin ji derfetên YE îstifade bikin. Ger
ne wusabe, tu berjewendiyên kurdan û tirkan di tevlêbûna Yekîtiya
Ewrupayêde tuneye.
Divê ku em di pêvajoya YE’de tenê gor berjewendiyên
kurdên Bakur tevnegerin. Berê hertiþtî berjewendiyên rast yên kurdan di
parastina rihek netewîde tê dîtin. Di tevlêbûna Tirkiyê ya YE’de her
waha berjewendiyên perçeyên din yên Kurdîstanê jî heye. Kurdên ku nigek
wan bikeve YE wê bikaribin ji bo perçeyên din jî bibin hêz û ji wan jî
qewet bigrin. Di pêkanîna pêvajoyek wahade mirov dikare pêþketinek berbi
yekbûna kurdan û Yekîtiya Gelan bivîne.
Kurdishinfo.com
|