|
Lagar och konventioner
|
Rapporter|
Svenska
|
Kurdiska
EU-Projekt
Nûnerê HEVBENDÎ (Hevbendiya Demokratîk ya Kurdên
Bakur)
Dr. Musa Kaval:
"Ewropî, heya federasyonê jî amade
ne alîkariya
Kurdan bikin"
Hevpeyvîn: Dilbixwîn Dara
Ev çend carin hûn hevdîtinan bi
berpirsiyarên Ewropî re çêdikin, her wusa we gelek civîn jî bi wan re
çêkirin, gelo we tu encam bi dest xwe ve anî?
Raste ev demeke dirêje em tên û diçin,
têkiliyên me bi parlamentoya Ewropa re, bi komîsyonê re, bi gelek cihên
din re, ji gelek aliyan ve, baþ in. pêwendiyên me bi berpirsiyarên
bilind re jî hene. Vê dema dawiyê Ewropa ji berê baþtir pirsa kurdî
têdigihêje. Weke ku ez dibînim Kurdistan, Kurd ji bo Ewropa gelekî
girîng in, bi taybetî ji aliyê polîtîkî ve. Berê digotin Tirkiyê ji bo
Nato, ji bo Ewropa gelekî girîng e, em niha dibînin ew girîngî ji
Kurdistanê tê. Eger ku Tirkiyê bibe endama Yekîtiya Ewropa, wê demê
sînorên YE bi welatên Rojhilata Navîn re dibe Kurdistan. Bazirganî,
siyaset, polîtîka di Kurdistanê re wê derbas bibe. Ji bo vê yekê Ewropa
niha vê yekê dibîne, û qebûl jî dike.
Di vir de istîqrara li herêmê
girînge bawer dikim.
Helbet. Istîqrara li Kurdistanê zor
girîng e. Ji ber vê yekê di çareserkirina pirsgirêka Kurdî de hem di
berjewendiya YE heye, hem jî berjewendiya gelê Kurd û gelê Tirk têde
heye. Ji ber van sedeman Ewropa pêwîstiyê dide çareserkirina pirsgirêka
kurdî.
Weke ku ez dibînim Ewropa naxwaze
yekser bi Kurdan re bikeve têkiliyê, ku Kurdan muxateb nabîne. Gelo
sedem çiye ku Ewropa direkt pirsgirkê nade dest?
Berî her tiþtî Ewropa sîstema xwe ya
siyasî, çandî, aborî û hwd. bi taybetî diparêze. Ewropa dixwaze hem li
Kurdistanê hem jî li Tirkiyê li gora wê sîstemê tiþtekî bike, sîstemeke
wiha be ku ne li dijî berjewendiyên wê be. Ez tiþtekî din jî bibêjim, di
dema borî de tevgerên kurdî li dijî Ewropa bûn. Tevgerên Maxîst bûn,
Lenînîst bûn, Komunîst bûn, radîkal bûn, ew radîkalîzm û dîjîtiya Ewropa
bû sedema ku îmajeke xerab li ser Kurdan were çêkirin. Îmajeke wiha çêbû,
ku tevaya Kurdan li dijî Ewropa ne û Kurd tenê sîstema komunîzmê
dipejirînin, ji ber vê yekê Ewropa nexwest piþtgiriya wan tevgeran û wê
sîstemê bike. Sedema bingehîn ev û.
We gelek konferans li parlamentoyên
welatên Ewropa çêkirin, gelek konferans bi piþtgiriya parlamenterên
Ewropî çêbûn, sedema ku ew welatên Ewropî yekser wan konferansan birêve
nabin çi ye?
Ez vê yekê ji te re bibêjim, ev çend
salin têkiliyên me hene, me xwestiye ku te jî behis kir, Ewropa bi
awayekî fermî Kurdan weke miletekî nas bike û însiyatîfa çareseriya
pirsa kurdî bide dest xwe.
Daxwazên we yên berbiçav ji Ewropa
çi ne?
Daxwazên me zelal in, Kurdan li
Tirkiyê weke miletê diwemîn nas bike, li ser vê bingehê hevdîtin ligel
Tirkiyê werin kirin, Ewropa ji bo çareseriyê li benda Tirkiyê nemîne, em
ji Ewropa dixwazin roleke aktîv di vî warî de bilîze.
Tu niha îmkeneke wiha dibînî?
Di nêrîna min de derfet hene û gelekî
jî xurt in. Berî demekê hinek berpirsiyarên Ewropî eþkere ji me re gotin,
em heya federalîzmê jî amade ne alîkariya we bikin.
Baþ e, þert û mercê Ewropa çi ne, ji
bo vê yekê Ewropî ji Kurdan çi dixwazin?
Þertê Ewropiyan ewe ku Kurd bi
projeyeke hevbeþ biçin cem wan, eger Kurd bi projeyeke hevbeþ biçin cem
Ewropiyan, ev proje maqûl be, ne gelekî radîkal be, çareserkirina
pirsgirêka Kurdî di çerçeveya demokrasiyê de be, Ewropî heya federalîzmê
jî amade ne alîkariya Kurdan bikin. Ez li vir vê dîtina Ewropa dubare
dikim û ji raya gelê Kurd re eþkere dikim.
Ji bo partî û rêxistinên Kurdî jî
dikarim bibêjim, heya niha hevdîtinên me, bi navê Hevbendî pêk hatine,
di wan hevdîtinan de, Ewropiyan ji me re diyar kirine ku ewê heya bi
federalîzmê jî alîkariya me bikin. Weke ku ji me re diyar bû, Ewropa
piþtgiriya daxwaza serxwebûnê ji bo Kurdan nake, lê belê ne li dijî
sîstemeke federatîv e. em jî vê yekê çareseriyeke baþ dibînin. Ew sîstem
hem demokrasiyê li Tirkiyê bi cih dike, hem jî wê leþker nikaribe weke
her carê mudaxeleyî siyasetê bike, hem jî dibe sedema pêþketinên aborî,
siyasî, civakî û wekî din. Cografiya Tikriyê ji bo pêkanîna federasyonê
musaîde, lê belê sîstemeke merkezî pirsgirkê hîn kûrtir dike. Ev ji 80
salî zêdetire ku sîstemeke merkezî heye, diyar bû ku vê sîstemê nekarî
problemên xwe yên sereke çareser bike. Sîstema heya niha heyî, sîstema
înkarkirinê ye, ji ber vê yekê ne sîstemeke serkeftî ye. Ewropî jî
gihiþtine wê baweriyê ku sîstema herî baþ ji bo çareserkirina pirsgirêkê
federasyon e.
Li Ewropa bi xwe jî gelek sîstemên
federatîv hene.
Belê, weke Almanya, Belcîka, Îtalya ne
merkezî ye, Fransa dest ji merkeziyetê kiþandiye û gelek û gelek welatên
din.
Em bêjin Ewropa li Tirkiyê doza
federasyonê kir, Kurd çiqas ji wê re amade ne?
Ev pirseke gelekî di cih de ye. Di nava
me Kurdan bi xwe jî pirsgirêk hene, eger projeya federasyonl hate holê,
wê muxatebê Kurd kî bin, wê kî îmze bike. Ji Ewropa zêde, pêwîste em di
nava xwe de çareseriyekê peyda bikin û muxateb amade bikin. Ji partiyên
Kurdan hemûyan dipirsim, ji xwe jî dikim: Me kengî bi hev re projeyeke
hevbeþ amade kiriye û me pêþkêþî cîhanê û wan jî nepejirandiye? Heya
niha çênebûye. Em bi salane doza vê yekê dikin, em dixwazin, dijberiya
hev ji nava me rabe. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdî ji me re
projeyeke hevbeþ lazime. Hemû partiyên Kurd piþtgiriya wê projeyê bikin.
Partiyên di nava hevbendiyê de, partiyên li derve, partiyên legal û
þexsiyetên Kurd, eger bikaribin di demeke nêzîk de, bi hev biþêwirin û
projeyekê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdî li bakurê Kurdistanê
pêþkêþ bikin û projeyê bikin biryara wan partiyan, wê demê emê bikaribin
dîplomasiyeke baþ bikin. Ez di wê baweriyê de me, emê wê demê bikaribin
bi piþtgiriya Ewropa konferanseke mezin çêbikin. Bi taybetî di vê demê
de ku endametiya Tirkiyê ji bo Yekîtiya Ewropa tê gotûbêjkirin,
helweteke hevbeþ ya me Kurdan gelekî girînge û pir pêwîst e. Di meha 10
de wê ji bo endametiya Tirkiyê gotûbêjin cidî çêbibin, em dixwazin pirsa
kurdî ji rojevê dernekeve û xala yekemîn ya gotûbêjan be.
Weke Hevbendî, we qet hewl daye hûn
rêxistinên kurdî nêzîkî hev bikin û bikin ku dubendî nebin asteng li
pêþiya xebateke hevbeþ?
Ew xewna me ye di Hevbendî de. Em weke
Hevbendî cidî li vê meselê dinêrin. Partiyên biçûk û mezin, partiyên
kevin û nû, hemû bi hev re em bikaribin li hev rûnin û bi hev biþêwirin.
Ji bo adreseke siyasî jî projeyeke hevbeþ ev gelekî girîng e. Partiyên
Kurdî dikarin bi awayekî demokratîk ji nava xwe konseyekê derxînin û li
cîhanê bikin muxateb, gelekî lazim e. Piþtî ku pirsa kurdî hate
çareserkirin jî, her partiyek bi serê yan bi hev re dikevin hilbijartinê
û bi metodeke demokratîk têne hilbijartin.
Spas
Ez jî spas dikim û ji we re serkeftinê
dixwazim.
06.07.06
http://www.avestakurd.net/musa_kaval.htm
|