|
Lagar och konventioner
|
Rapporter|
Svenska
|
Kurdiska
EU-Projekt
DI PÊVAJOYA YEKITIYA
EWRÛPAYÊ DE PÊÞNIYARÊN JI BO DEMOKRASî Û ÇARESERKIRINA PIRSA KURDî
Wek tê zanîn di 11yê Çileya Paþîn sala 1999an de di Zîrveya
Helsînkiyê de Yekîtiya Ewrupayê, statuya“ Dewletta Namzet” da Tirkiyeyê.
Bi vî awayî; di zîrveya meha Çileya Paþîn ya 2004an de Qonseya Ewrûpayê
bi T irkiyeyê re di warê destpêkirina beþdarbûna muzakeran de îhtîmala
biryardayînê zêde ye.
Em wek Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR), nirxandina pêvajoya
endametiya YEyê ya Tirkiyeyê, ji bo tespîtkirina daxwaz û helwêsta Gelê
Kurd ya pêwajoya endametiya YEyê ya Tirkiyeyê , me di serî de li
Diyarbekirê ,li gellek cî û bajarên Tirkiyeyê bi babeta “Di pêvajoya
YEyê de Kurd û Tirkiye” sempozyûman pêk anî. (Çi heyf e civîna ku 11ê
Nîsana 2004an de ku me yê li Diyarbekirê pêk bianya, ji aliyê Waliyê
Diyarbekirê ve hat qedexekirin. Ev kiryar, bi rastiya vê pêvajoyê nakeve
û rewþeke bedbext e.)
Ev civînên ku me pêk anîne, bi beþtarbûna bi sedan mirovên ku ji her
aliyên civaka Kurdan; ji rewþenbîr, hûqûqnas, nivîskar, sendîqakar,
hunermend, nûnerên saziyên sivîl û siyasetmedar pêk hatin. Pirraniya
beþdaran, bi nivîskî û bi devkî ramanên xwe yên derbarê daxwazên Kurdan
yên pêvajoya YEyê eþkere kirin. Di encama hemû ev civîn û gengeþiyan de
fikir û pêþniyarên ku derketin rastê, em dixwazin wan bi her awayî bi we
re parvekin.
Kurd, Yek Ji Ew Gelên Kevnare Yên Rojhilata Navîn E û Divê Wek Her
Gelî, Hemû Mafê Xwe Yên Neteweyî û Demokratîk Bi Serbestî Bikarbîne.
Ku her tim tê dîyarkirin, Kurd ne kêmnetew in. Ew di Rojhilata Navîn
de gelê herî kevn û mezin yê dêmatî ye. Kurd, zimanekî wan ê bi xwe ku
ji malbata Hînd û Ewrûpa tê, bi navê Kurdî zimanekî wan, çandeke wan a
dewlemend û dîrokeke wan a kevnare heye. Ji vî gelî, nêzikî 20 milyon
kes di nav tixûbê Tirkiyeyê de dijîn.
Di dema Þerê Rizgariyê de sozên ku ji aliyên rayedarên wê demê ve ji
Kurdan re hatine dayin, bi damezrandina komarê re û bi imzekirina
Peymana Lozanê re hatine jibîrkirin. Di ciyê wê de polîtîkayên yekalî ku
hebûna Kurdan înkar dike dest pê dikirine. Heçî Kurd in kîngê ji bo
daxwazên mafên demokratîk yên neteweyî serî hildabin jî bi tevkuþtin û
bi awayekî hovane hatine fetisandin, bi milyonan Kurd ji cih û warên xwe
hatine bidûrxistin. Di nav van serîldanan de serîldana 1925an ya Þêx
Seîd, di sala 1930an serîhildana Agiriyê û di sala 1937an de serîhildana
Dêrsimê serîhildanên Kurdan yên sereke ne ku di heman demê de bi xwîn û
tevkuþtin hatine fetisandin in.
Piþtî damezrandina komarê wek hebûna gelê Kurd, ziman û çanda wan jî
hatiye înkarkirin û bi kampanyayekî mezin yên asîmîlasyonê xwestine ku
Kurdan Tirkîze bikin.
Herêma ku Kurd lê dijîn di warên aborî û civakî de paþ ve hîþtine, li
van deran hebûna saziyên kevneperest bi zanebûn hatine parastin û li ser
piyan hîþtine.
Bi kurtasî Kurd di pêvajoya dîroka Komara Tirkiyeyê de, di warên
aborî, siyasî û çandî û di aliyan de hatine qewirandin.
Piþtî derbeya leþkerî ya di sala 1980ê de polîtîkayên înkar û zilmê
yên ku li himberê Kurdan hatine bidarxistin bêtir hovane bûne. Þerê
çekdarî ya PKKê ku di sala 1984an dest pê kiribû jî ji bo bicihanîna
polîtîkayên înkar û zilmê ji wan re bûye firsendeke mezin.
Di pêvojova vî 15-20 salên dawîn de Kurd û herêma ku lê dijîn bi her
awayî bûye hedefa polîtîkayên heloþkirin û wêrankirinê.
Bi polîtîkayên koçkirinê yên ku bi darê zorê hatine kirin,
demografiya herêma Kurdan hatiye guhartin. Bi dehan hezar gund û navçe
þewitandine û vala kirine. 3 milyon Kurd ku li van deran dijiyan bi darê
zorê hatine koçkirin. Di encama di vî þerê 15 salê dawîn de qewimiye li
gor çavkaniyên fermî 35 hezar kes, di rastiyê de jî 50 hezarî zêdetir
kes jiyana xwe ji dest daye, her ewqas jî birîndar bûne. Di vê demê de
jî bi hezaran mirov jî bi cinayetên qisas nediyar hatine qetilkirin.
Bi avakirina Sîstema Cerdevanên Gundan, di nav civata Kurdan de
hesûdî û dijminahî pêk anîne. Di herêmê de bi pêkanîna saziyên wek
Walitiya Herêma Awarte (OHAL), Tîmên Taybetî û Jîtem jiyana civakî
dijwar kirine.
Di van demên dawîn de di çarçoweya YEyê de hinek guhartin hatibin
kirin jî polîtîkayên înkarina pirsa Kurdî di rastiyê de nehatiye
guhartin. Hebûna gelê Kurd hê jî bi awayekî fermî nehatiye pejirandin.
Ji aliyê din ve rayedarên Tirkiyeyê bi salan e pirsa Kurdî wek
pirseke ewlekariyê dane xwuyakirin, çareseriya vê pirsê jî spartine
hêzên ewlekariyê û serî li riya zordariyê dane. Di 20 salê dawîn de jî
pirsa Kurdî wek pirsa PKKê nîþan dane, vê pirsê di raya giþtî de li
hundur û li derve wek pirsa “terorê” dane nîþandan. Bi vî awayî bi
polîtîkayên xwe yên zordar li himberê gelê Kurd xwestine ku ev kiryarên
xwe meþrû nîþan bidin.
Lê bi rastî pirsa Kurdî pirseke neteweyî ye. Lê di heman demê de
xwedî aliyên aborî, siyasî, çandî, civakî, dîrokî û jeopolîtîk e. Digel
vê yekê di nav çend welatî (wek Tirkiye, Iraq, îran û Sûriyeyê) de xwedî
hebûneke komplîke ye. Ji ber vî aliyê wî hewldana çareserkirina vê pirsê
gelek girîng e.
“Teksta Tevlêbûna Þirîkayiyê” û “Bernameya Neteweyî” Dûrê Nasandina
Mafên Gelê Kurd e.
Armanceke damezrandina YEyê jî dewamiya jîngeha aþtiyê ye. Di þertên
Tirkiyeyê de bicihanîna armanceke weha ya herî girîng çareserkirina
Kurdî bi awayekî demokratîk û di bingeheke wekhev de ye. Lê çi heye
“Teksta Tevlêbûna Þirîkayiyê” “Bernameya Neteweyî” ya ku hukumetê ew
amade kiriye û ji aliyê wan ve ji nû ve hatine sererastkirin û ji vê
mantiq û ferasetê gelek dûr e.
Her wek din di rapor û Teksta Tevlêbûna Þirîkayiyê ku ji aliyê YEyê
hatine amadekirin, çareserkirina pirsa Kurdî û Kurdan ku tevlî vê
çarçoweyê nekirine, di nav gelê Kurd de bûye sedema nexweþî û fikareyên
rasteqîn. Lê Perlementoya Ewrûpa di sala 1992an de biryara naskirina
Mafê Tayinkirina Çarenûsiya Xwe ya Gelê Kurd daye.
Ger di Teksta Tevlêbûna Þirîkayiyê de û ger di Bernameya Neteweyî ya
Tirkiyeyê de di hin deman de Pirsa Kurdî ji nedîtinê hatine û pirrî
çaran jî daxistine fêza mafên kesayetiyê. YEyê çawa ku ji bo pirsa
Qibrisê behsa çareseriya wekhevî û edaletê dike, di mesela Kurdî de jî
qîma xwe bi tenê daxwaza mafên biçûk aniye û ev yek bi rikn û prensîbên
edaleta vê yekitiyê nakeve.
Amadekirina Bernama Neteweyî ya Tirkiyeyê, bi felsefe, krîterên
demokratîk û mantiqa Yekîtiya Ewrûpayê ve naedile. Ji aliyê din ve di
pêvajoya amadekirina Bernama Neteweyî de civak û di serî de jî Kurdan
beþdarê vê yekê nekirine û daxwazên wan nedane pêþ çavan. Bernameyek
weha eþkere ye ku wê têrî demokrasiyeke hevbeþ, piraliya Tirkiyeyê û bi
normên YEyê nakeve.
Partiya me di dema ku “Zagonên Entegrasyona YEyê” di parlementoya
Tirkiyeyê de dihat nîqaþkirin de, di rapora xwe ya 25ê Adara 2003an de
hatiye îlankirin de bi israr behsa kêmasî û xeletiyên vî alî de kiribû.
Lê çi heyf e ku nûnerên parlamento û hukumetê di yeka xwe de israr kirin.
Di encamê de li Tirkiyeyê dîmeneke dûrî daxwazên demokatîzebûneke bi
bingeh derket holê.
Gelo heta îro digel “Paketên Entegrasyonê” û yên guhartinê ku hatine
amadekirin, mafên mirovan, mafên birêxistiniyê, civîn û mafên numayiþên
girseyî, bi kurtahî rewþa normên ku nebe nabe yên demokrasiyê di çi
rewþê de ye?
Di Çarçoweya Entegrasyona YEyê de Yên Hatine Kirin û Nehatine Kirin
Çi Ne?
Heta tarîxa vê rapor hatiye amadekirin, di meclîsê de heþt pakêtên ku
bi gelek guhartinên zagon û Zagona Bingehîn çêbûye. Pakêta nehemîn jî
þandine parlamentoyê.
Guhartinên di zagon û Zagona Bingehîn de ku di sala 2002an de çêbûne,
ev guhartinên sereke weha tên rêzkirin:
Di nav vê demê de ;
Hebûna OHALê dawî lê anîn.
Xala 8. ya Zagona Bi Terorê re Tekoþîn (TMY) hat rakirin.
Cezayê îdamkirinê, di serî de li dervayî þertên þer, paþê jî bi
temamî ji Zagona Bingehîn hat derxistin.
Xalên derheqê qedexekirina Kurdî de ji Zagona Bingehîn hat derxistin.
Girtina partiyan hat zehmetkirin.
Digel gellek þert û astengan ‘Bi zimanên din ên dervayî Tirkî weþana
televîzyon û vekirina qûrsan’ hat serbestkirin.
Çi heye ku ev guhatinên hatine çêkirin, hem di çareserkirina pirsa
Kurdî de hem jî li Tirkiyeyê di warê daxwazên demokratîzekirineke
bingehin de gelek gavên paþdemayî û nebes in.
Beriya her tiþtî, Zagona Bingehîn ya 1982an ku dema sazûma leþkerî de
hatiye çêkirin li ciyê xwe sekinandiye. Di rewþa qada îhlalkirina mafên
mirovan de jî bi eþkereyî di raporên salane ya Navenda Giþtî û Þaxên
Weqfa Mafên Mirovan ya Tirkiyeyê (TÝHV), Komeleya Mafên Mirovan (ÝHD) û
Mazlûm–Derê de xuya dike. Li gor raporên van saziyan ku di sala 2003an
de hatine weþandin; Di van deman de jî eþkence û bûyarên kiryarên xerab
dom dikin. Di encama êrîþên cinayetên qisas nediyar û înfaz bêdaraz de
mirov jiyana xwe ji dest dane. Ji ber raman û çalakiyên wan li kedkarên
dewletê lêpirsîn vedibûne. Di wan raporan de her weha; ‘ji bo ku ramanên
xwe yên li dervayî ramanên fermî bilêvkirine li ser partîyên siyasî,
saziyên li dervayî hukumetê, rojnemevan, nivîskar û hunermendan zordestî
dewam e ’ diyar bûye.
Em wek HAK-PARê û birêvebirên wê, ji ber ku qala çareseriya pirsa
Kurdî kirine, partî û birêvebir bi dawayên cûrbecûr re rûberû man e.
Tenê kirinên ne demokratîk yên li hember partiya me hatine kirin, li
Tirkiyeyê di aliyê astenkirina maf û azadiyan de gellek balkêþ e.
Derheqê HAK-PARê de di Adara 2002an de, ango di meha ku partiya me
hat damezrandin de Mahkemeya Zagona Bingehîn derheqê partiya me de doza
girtinê kir. Doza ku hat kirin bêyî dawîbûnê hatiye sekinandin. Lewra,
ji ber ku di komcivîna me ya 04.01.2004an de bi Kurdî hat axaftin û
vexwendinameyên komcivînê bi Kurdî-Tirkî hatin çapkirin ji aliyê
Serdozdarê Komarê yê Enqereyê ve lêpirsîn hat kirin û ev lêpirsîn hê jî
didome. Dîsa derheqê serokê giþtî yê partiya me Abdulmelîk Firat û
birêvebirên partiya me de ji ber ku derbarê çareserkirina pirsên
Tirkiyeyê de ray û ramanên xwe eþkere kirine yan jî di civînan de bi
Kurdî axifîne gelek doz tên kirin. Digel ji hin van dozan bi dawî bûne
hin doz jî her berdewam in.
Ne bi tenê ev in.
Sazûmana Cerdevaniya Gundan hebûna xwe hê jî dom dike.
Di 82. xala Zagona Partiyên Siyasî de hatiye diyarkirin ku ji xeynî
Tirkî divê tu ziman neyê bikaranîn. Ango zimanên din qedexe ne. Ev jî
pirsgirêkeke mezin e.
Digel xala 8. ya TMYê hatibe rakirin jî ji dêlve wê re xala 312. ya
Zagona Cezaya Tirk li ber raman û azadiya îfadekirina ramanan de
astengeke mezin e.
Xala 159. ya Zagona Ceza ya Tirk rexnegirtin û azadiya îfadekirina
ramanan dijwar kiriye.
Kiryarên derbarê weþana Kurdî ya bi riya Radyo û Telewizyonê û qursên
Kurdî ji dawxazên Kurdan gelek dûr în û li ber dilê me wek ku tinazên
xwe bi Kurdan dikin tê.
Digel ku di mevzûatê de ‘Weþana bi ziman û zaravayên herêmî yên ku
hemwelatiyên Tirk di jiyana xwe ya rojane de bi kar tînin’ hatiye
pejirandin jî bi bandornameyê ev ‘maf’ di nav hefteyê de bi çend sietan
hatiye sînorkirin. Di vê çarçoweyê de ji 09.06.2004an vî alî de kanala
radyoya TRTê û kanala TVya TRT3ê de heftê 35 deqîqe dest bi weþana Kurdî
kirin. Ev pêngav ji bikaranîna mafên weþana Kurdî pirr dûr e.
Di warê perwerdeyê de jî di mevzûatê de ‘Ji bo hînkirina ziman û
zaravayên ku herêmî yên ku hemwelatiyên Tirk di jiyana xwe ya rojane de
bi kar tînin de hin guhartin hatin çêkirin. Lê him bi destê dewletê tu
qursek nehatiye vekirin him jî di warê perwerdeya zimanê zikmakî de tu
gavek nehatiye avêtin.
Li gor Partiya me divê zimanê Kurdî digel zimanê Tirkî li herêmên ku
Kurd tê de bi siftî dijîn de him di kar û barên gelemperî/dewletê de wek
zimanê fermî û him jî di saziyên perwerdeyê de wek zimanê perwerdekariyê
bê bikaranîn.
Ji ber ku ji 20 milyonî zêdetir Kurd bi vî zimanî diaxifin, divê di
hemû fêzên saziyên perwerdeyê de –di dibistan, xwendegehên serate,
zanîngehê de- divê ev ziman wek zimanê perwerdeyê bê bikaranîn. Lewra ji
krîterên Kopenhangê wêdetir mafeke hemwelatiyiyê ye.
Dîsa divê sînorkirinên derbarê radyo û telewizyonê de hatine kirin
bên rakirin, TRT divê kanalek xwe ji bo weþana Kurdî bi rêk û pêk bike.
Divê Normên Navneteweyî Rêzaniyê Ji Bo Çareserkirina Pirsa Kurdî
Bikin
Wek ku xwuya dibe digel li Tirkiyeyê ji bo endametiya YEyê hin
guhartin hatine çêkirin hê jî ji bo çareserkirina pirsa Kurdî tu
polîtîkayên dilsoz nehatine kirin. Lewra him hebûna gelê Kurd nehatiye
naskirin, him jî di warên weþan û perwerdeya bi zimanê Kurdî de tu
gaveke ku tê daxwazkirin nehatiye avêtin.
Lê Kurd, wek gelên din yên dinyayê tevlî xwe îdarekirinê divê xwedî
hemû mafên demokratîk bin. Dixwazin vê yekê jî bêyî ku sînorên Tirkiyeyê
biguhurînin bikin.
Wek Tirkiyeyê gelek dewlet hene ku pirsgirêkên xwe yên navxweyî yên
neteweyî-etnîkî bi riyên aþtiyane çareser kirine. Îspanya, Belçîka,
Elmanya û Îngilîstan ku endamên YEyê ne ku pirsgirêkên xwe yên bi vî
rengî yên neteweyî-etnîkî bi riyên aþtiyane çareser kirine. Di vî warî
de Plana Çareserkirinê ji bo Qibrisê ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve
hatiye amadekirin ji Tirkiyeyê re ji bo çareserkirina vê pirsê wek
modelek e.
Wekî din jî di tekst û biryarên lihevhatinên navneteweyî ku wek
tekstên huqûqa navneteweyî jî tên hesibandin û di heman demê de him YEyê
him jî Tirkiyeyê bi xwe ve girêdidin, daxwazên Kurdan meþrû tên dîtin.
- Di Prensîbên Wîlson ku piþtî Þerê Cihanê yê Yekemîn de hatibûn
weþandin de “Qels yan jî xurt hemû gel bi awayekî wekhev, azad û di nav
ewlekariyê de xwedî mafê jiyînê ne” wek prensîbeke hatiye qebûlkirin.
- Di Lihevhatina Sewrê de ku di sala 1920î de hatiye îmzekirin de
hemû aliyên lihevhatinê diyar kirine ku wê Dewleteke Kurdî ya Serbixwe
nas bikin.
- Di Konvansiyona Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya sala di 1966an de
prensîba “Hemû gel xwedî mafê xwe îdarekirinê –self determinasyonê- ne.”
cih girtiye.
- Li gor Daxwuyaniya derheqê Nasandina Gelên Kolonî ku di 14yê Çileya
Paþîn a 1960î de û hejmara wê 1514 e û ji aliyê Komîteya Giþtî ya
Neteweyên Yekbûyî ve hatiye îlankirin de hemû netewe xwedî mafê
self-determînasyonê ne. Di encama vî mafê xwezayîde ew dikarin statuya
xwe ya polîtîk diyar bikin, pêþveçûnên aborî, çandî û civakî bi serbestî
taqîb bikin.
- Li gor Deklerasyona Koloniyan ya 1950yî ji hemû gelan re mafê xwe
îdarekirinê hatiye dayîn.
- Di Deklerasyona Pêywendiyên Biratiyê ku di sala 1970yî de ji aliyê
Komîteya Giþtî ya Neteweyên Yekbûyî ve hatiye pejirandin de ji hemû
gelan re mafê xwe îdarekirinê hatiye pejirandin.
Ji Bo Çareserkirina Pirsa Kurdî û Demokrasiyeke Li Gor Standartên
YEyê;
Tirkiye li gor avahiya xwe ya pirretnîk divê bi awayekî plûral û
beþdarî xwe ji nû ve bi rêk û pêk bike. Divê him ji bo demokrasiyê him
jî ji bo çareserkirina pirsa Kurdî dev ji helwêsta xwe ya navendî,
yekane û sist berde. Li gor normên YEyê sazûmaneke federal bê avakirin.
Sazûmaneke bi vî rengî divê hemû mafên Kurdan nas bike û jiyaneke wekhev
bi xwe re bîne. Tirkiye derbarê vê mijarê de dikare ji yek van modelan
yan jî li gor mercên xwe çend modelan sentez bike û vê pirsê çareser
bike.
Ji bo vana jî çend pêngavên sereke ev in:
- Ji dêlve Zagona Binhgehîn ya 12ê Îlonê ya ku bi darê zorê bi civakê
dane pejirandin Zagoneke Bingehîn a demokratîk, plûral, li gor qaîdeyên
hûquqa navneteweyî û wê hebûna Kurdan bipejirîne, maf û azadiyên wan nas
bike bê avakirin.
- Divê hemû qedexeyên ku li pêþiya azadiya birêkxistiniyê ye bên
hilanîn. Her ramaneke ku tundiyê naparêze di çarçoweya azadiya
birêkxistiniyê de bi zagonan bê pejirandin. Ji ber vê yekê divê ji
partiyên Kurdan re jîngeha xebatê bê amadekirin.
-li herêmên ku Kurd bi siftî dijîn de divê ji perwerdeya bingehîn
hetanî zanîgehê zimanê perwerdeyê bi Kurdî be û li herêmên din jî Kurdî
di xwendegehan de wek zimanê bijarte bê xwendin.
- Ji bo weþana Kurdî qedexe û sînorên di telewizyon û radyoyan de
hatine dayîn bên hilanîn. Digel vê yekê ji bo di seranserê rojê de
weþana Kurdî divê TRT kanalek xwe bi rêk pêk bike.
- Li herêmên ku Kurd tê de bi siftî dijîn de divê li saziyên fermî û
gelemperî digel zimanê Tirkî divê zimanê Kurdî jî bê bikaranîn.
- Enstîtuyên ku wê derbarê ziman, çand, dîroka Kurdî de lêkolînan
bikin ji aliyê dewletê ve bên vekirin.
- Navên jîngehên jiyanê û cihên coxrafîk (çiya, çem, deþt, gol û hwd.)
ji paþ ve bên dayîn.
- Partiyên siyasî, komele, weqf, sendîka, kulûb, odeyên karan bên
serbestkirin û ji bona di çalakiyên xwe de bikaribin zimanê Kurdî
bikarbînin hemû astengên huqûqî bên hilanin.
- Li herêmên ku Kurd bi siftî dijîn de divê Parlementoyeke Herêmî bê
avakirin; ev parlemento bi karên wek perwerde, tendurustî, ewlekarî û
karên îdarî yên herêmê re mijûl bibe.
-Ji bo xeyd, pevçûn, suketinên di civakê de qewimîne bên hilanîn
efûyeke giþtî bê îlankirin.
- Sîstema Cerdevanên Gundan û saziyên Tîmên Taybetî divê bê rakirin.
- Ji bo vegera yên bidarê zorê ji gundên xwe koçkirine, divê bi her
awayî þert û merc ji wan re bê naskirin.
- Divê qisasên cinayetên siyasî yên ku berê qewimîne derxin holê û
ceza bidine wan.
- Li herêmên ku Kurd bi siftî dijîn de û ku ji aliyê aborî û civakî
de ji paþ ve mane, divê mudahale lê bê kirin. Divê herêm, ji aliyê
aramiyê ve bê tekûzkirin, projeyên taybetî ji bo betal û belengazan bên
bicîanîn.
- Di serî de zagona partiyên siyasî, ya helbijartinê, ya Civînên
Girseyî, ya meþê, ya Zagona Cezayê û wek yaTMYê zagonên antîdemokratîk,
divê li gor standart û muktesebata YEyê bên sererastkirin.
- Divê kiryar û zagonên ku laîkiya navnetewêyî û serbestiya baweriyan
pûç dike ji holê rabin. Ji dêl ve Serokatiya Karên Diyanetê ve kar û
barên bawermendiyê bi awayekî azad ji xwedî bawermendaran re bihêlin.
Partiya me di hemû pêvojoyên çareserkirina ji bo pirsa Kurdî de çi
bikeve ser milê wê dike û amade ye ji bo xizmeta çareserkirina vê pirsê.
Partiya me dema ku Tirkiyeyê pêngavan ji bo bicihanîna Krîterên
Kopenhangê avêt, daxwaz dike ku bi Tirkiyeyê re ji bo endametiyê
hevdîtin bên kirin.
Di vê çarçoweyê de em bang li hemû partiyên ku di parlementoya
Tirkiyeyê de cih girtine dikin ku bingeha qanûnî yên ji bo xalên ku me
li jor pêþniyar kirine tekûz bikin. Ev guhartinên wê bên kirin ji bo me
hemûyan; ji bo Tirkan, Kurdan û herkesî li Tirkiyeyê dijiye.
HAK-PAR
26-27ê Hezîrana 2004an
|