Ny sida 1

START

WEKURD
STUDIEGRUPPEN
LOBBYGRUPPEN
DIASPORAGRUPPEN
SAMARBETSGRUPPEN
DISKUSSION

Sök
 
Mest lästa
  Den censurerade krönikan
  Möt Jean MaxWell
  Hedersmord - Att fördöma på rätt grunder
  Presentation av samarbetsgruppen
  Turkiet - under demokratins täckmantel
 
Kommenterade
  Den censurerade krönikan
  Hedersmord - Att fördöma på rätt grunder
  Möt Jean MaxWell
  Barnspionage i Eden
  Kurdisk stolthet

Lagar och konventioner  | Rapporter| Svenska | Kurdiska

EU-Projekt


 

YEKÎTÝYA EWRÛPA, TIRKIYE Û KURD

 

Bi qasî ku min di çapemeniyê xwend û bihîst

mafê kurdan bi awayekî eþkere, vekirî di belgeya muzakereyê de cih negirtiye.

Tenê paragrafek balê dikþîne ser mafê kêmnetewan,

di gelek xalan de jî behsa demokrasî, wekhevî û mafên global dike.

          

Hasan Kaya

Stenbol, 05.10.2005

 

Tirkiye dewleteke ku bi dînamîkên derve hatiye amadekirin e. Ew kesên ku bingehê vê dewletê avêtin; li ewrûpa xwendin, fikr û ramanên Ewrupa pejirandin, bi yarmetiya Ewrupa hatin cemiyeta komela pêþveçûn û yekîtiyê (Ýttihat ve Terakki Cemiyeti) ava kirin, her wisa piþtî vê komelê damezrînerên komarê Atatürk û hevalên xwe jî bi yarmetiya ewrupiyan plan û bernameyên xwe birin serî.

 

Çawa ku Wahdetînê Sultanê Osmanî yê dawî di gelek axavtinên xwe yên bi ingilîzan re got, rêberên tevgera komarparêzan ne Enedolî bûn. Têkiliyan wan bi gel re nebû, jakoben bûn. Projeya komarê li ser masê, li jor hate amadekirin, dawî rewþa wê demê rê da ku komareke wisa bête avakirin. Dewletên wê demê, bi artêþeke ku ji çend hezarek siwarî û kadroyeke panzdeh-bîst kesî pêkhatî dihatin damezrandin.

 

Komara Tirkiye li gorî konseptekê hate damezrandin; ew konsept ne li gorî realîteya gelên Kurdistanê (kurd, suryanî, ermenî) û gelên din ên Tirkiyeyê (rûm, tirkmen, laz) bû. Yanî kirasek li Lozanê hate dirûtin û bi darê zorê li bejna gelan hate pêçan. Ew kiras li tu kesî nehat û nayê. Lê hê jî wisa bi darê zorê li bejn û bala ol, mezheb, netew û kêmnetewan zeliqî maye.

 

Îcar dewlet û hekumeta Tirkiyeyê tu caran bi xwe, bi dînamîkên xwe, ji jêr ve, bi rêya demokrasiyê nikarin guhertinên radîkal pêk bînin. Nikarin yasayên ku ji civatê re baþ in, ji meclîsê derxin, lewre artêþ, leþker xwe wekî siltanê komarê gel jî wekî xulam dibîne. Li gorî baweriya artêþa tirk, dema azadî, zelalî, wekhevî di nav gel de belav bibe ewê îdeolojiya fermî lawaz bibe, ger îdeolojiya fermî lawaz bibe, bingehê komara ku “çêkirî” ango palyatîf e, dê biderize, hilweþe.

 

Lê bi qasî ku dizanim ev projeya beþdarbûna komara Tirkiye ya Ewrupa, ji Tirkiye bêtir projeya Dewletên Yekgirtî yên Emerîkayê ye. Digel emerîkiyan hinek lobiyên Ewrupa jî piþtgiriya vê projeyê dikin. Çima? Ger bi vî awayî rewþ dom bike, aloziya rojhilata navîn, ya Kafkasya û Balkanan tu cara ewê ji holê ranebe. Sedemê vê aloziya konjoktur û siyaseta dewleta tirkiye ya heþtê salî ye. Sedemeke din ev e: Statu û nexþeyên ku li rojhilata navîn û gelek deverên din, Balkan û hwd. hatibûn çêkirin ne realîst bûn û bûne sedemê tevliheviyeke mezin. Pirsgirêkên li Balkanan, li Kafkasya, Libnan û Felestînê û belkî mezintirîn pirsgirêk jî ya kurdan. Li gorî bernameya Emerîka ya bi navê “Projeya Asya û Afrîka ya mezin” bi anvekî din “Projeya Rojhilata naverast a Mezin” divê gelek sînor werin guhertin, gelek rejîm werin rûxandin, gelek sÎstem têk biçin, mantelîte, jiyan û felsefeya rojhilat were guhertin û Îslam demokratîze bibe.

 

Emerîka pirsgirêka kurdan di nav vê projeya xwe de bi cih kiriye. Di nav sînorên çar-pênc dewletan de 40 milyon kurdên ku ji her mafî bêpar bûn.

 

Baþûrê Kurdistanê li gorî stratêjiya Emerika ya kurdan, nimûneyek e ji herêmê re, ji ereb, faris û tirkan re û her wiha ji kurdan re jî. Li Iraqê Emerîka planên xwe bi cih anîn, niha li wir pêvajoya rûniþtandina projeyê didome. Helbet dora  dewletên din e. Suriye, Îran… Tirkiye, Misir, Suud û hwd.

 

Rewþa kurdên ewê çawa bibe? Ew pirseke komplîke û têkel e, bi gelek eger û mercan ve girêdayî ye. Li nav van dewletan û li dinyayê gelek tiþt, bûyer, reþa îktîsadî û têkiliyên din ên navdewletî ve girêdayî ye. Helwesta Emerîka û hevpeymanên wê ya li hemberî dewletên totalîter ên Rojhilata naverast û Afrîka ewê li gorî konjekturê were guhertin. An bi zorê an bi gelek rê û rêbazên din, wekî yarmetîkirin , îknakirin, li nav dewletan tevlihevîderxistin, piþtgiriya muxalefeta hundirîn û hwd. dê sîstemê totalîter bêne rûxandin an guhertin.

 

Di vê gotarê de, bi tenê li ser rewþa Tirkiye radiwestim. Ji bo ku aramiyek li Rojhilata naverast pêk were, ji bo ku cîraneke xwirt û piþtgir ji Iraqa ku li rojhilat wekî nimûne tê amadekirin re peyda bibe, Emerîka pêwistî bi Tirkiyeke demokratîk, sekuler, bi rêk û pêk û têkûz heye. Ji ber van sedeman jî Emerîka; pirsgirêka kurdên Tirkiye, pirsgirêka Elewiyan, pirsgirêka Kibris, ya Ermeniya û gelek arîþeyên din ên ku Tirkiye bi tu awayî nikare bi xweþî, bi dan û standinê wan çareser bike û bi xwediyê pirsgirêkan re ango bi aliyê din re rûne ; bi saya beþdarbûna Yekîtiya Ewrupa dê hel bike.

 

Ewrupa û Emerîka di vê meselê de konsepteke kûr û dorfereh pêk anîne. Her çi dibe bila bibe Tirkiye mecbûr e tevli vê pêvajoyê bibe. Belkî carnan di nav hêzên li Tirkiye de nakokî derkeve. Gelek caran leþker an burokrasî, hinek der û dorê sermaye û partiyên statukoparêz, bixwazin vê lîstikê xera bikin, faul bikin, lingê xwe li kodika þîr bixin… lê dawiya dawî kesê ku vê lîstikê xera bike, ewê têk biçe. Emerîka li Iraqê darê zorê bi kar anî, ger ku bi xweþî bi ser nekeve îhtîmaleke mezin ewê li Surî û Îranê jî, hêzê bi kar bîne. Lê li Tirkiye konsept eþkere ye… bi rêya piþtgirî, serîlêmezinkirin, dîplomasî, siyasetê ango projeya Yekîtiya Ewrupa ewê Tirkiye tedîb bike, biguhere. 

 

Lewre bi kurtî belgeya muzakerê ya beþdarbûna Tirkiye yan av Yekîtiya Ewrupa tê vê wateyê: Her ku hekumetên Tirkiye xwest guhertin û reforman bike, hinek; leþker, statukoparêz, burokrat û hwd. ewê li hember derkevin. Wê demê kesên ku dixwazin guhertin û reforman pêk bînin, ewê vê belgeyê wekî delîl nîþan bidin. Ewê bibêjin “Ewrupa ji me dixwaze, em mecbûr in, yasayan biguherin, em mecbûr in, felan siyasetê biguherin, em mecbûr in, bêhvan tiþtî bikin… bikin… mecbûr… mecbûr. Ev jî ji bo kes, netew, ol, mezheb, xwediyên bîr û baweriyên marjinal, bi kurtî ji bo komên bindest, lawaz û muhalîf ên ku li Tirkiye dijîn þensek e.

 

Bi qasî ku min di çapemeniyê xwend û bihîst mafê kurdan bi awayekî eþkere, vekirî di belgeya muzakereyê de cih negirtiye. Tenê paragrafek balê dikþîne ser mafê kêmnetewan, di gelek xalan de jî behsa demokrasî, wekhevî û mafên global dike.

 

Li tirkiyeyê nebûna tevgereke kurdî ya xurt û yekdeng û resen belkî bû sebebê vê yekê ku mafê kurdan rasterast û eþkere di belgeya muzakerê de cih negre. DEHAP, DTH û Leyla Zana û hevalên xwe, ne xwediyê ramaneke kurdewar, zelal, xurt û ji xwebawer bûn. Serê wan gelekî tevlihev e. Carnan peyam eþkere kirin ku naveroka peyama wan wekî ya nijadperestên tirk bû. Carnan pirsgirêka kurdan anîne dereceya “kes”an. Carnan peyamên provakatîf dane raya giþtî. Bêhn û rengê peyam, raman û belavokên wan gelek caran îdeolojîk bûn. Gelek eþkere û zelal dixyuya ku ew ne wekî nûnerên kurdan bûn; bêtir wekî doza postekî, doza partiyekê, îdeolojiyekê dikirin.

 

Diviyabû dev ji demogojiya, “Biratiya gelan”, “Em partiya Tirkiyeyê ne” “Em tirk mêvanperwer in” û wan gotinên din ên “hemasî” berdana. Zelal, eþkere, rast û rê doza mafê kurdan bikirana. Lê bi peyamên xwe, bi rabûn û rûniþtina xwe, bi têkiliyên xwe… bi hemû kirin û gotinên xwe, heta dawî demokrat, zanistî, modern bûna. Rehet dikarim bibêjim, nûnertiya ku di vê pêvajoya hesas û girîng de van camêr û canikan ji kurdan re kir, gelekî li apþmayî bû… heta dikarim bibêjim ne di asta rewþenbîrên kurdan ên 1900 de bû.

 

Hemaset, fraksiyonparêzî, marjinalizm û gundîtî ji hemû raman, peyam, helwest û tevgerên wan dixuya.

 

Vê zewatê, Orhan Doðan û hevalên xwe, mafê xwe yê rêbertiya kurdan baþ bi kar neanîn, wan heq nîne ku hê jî israr bikin di serektiyê de. Herçiqas li nik koma wan “Saziya îstîfayê” tune jî, ger ew vê saziyê ava bikin, ango ji xwe bidin destpêkirin, îstîfa bikin û rê bidin hinek camêrên din, ewê xêreke herî mezin bi kurdan bikin li gorî baweriya min.

 

Ji bilî Orhan Doðan û hevalên wî, di vê pêvajoyê de tu rêxistin û, tevger û partiyeke xurt, xwedî alîgir bêje hema tune bû. HAK-PAR û li derve platforma kurdên bakur hinekî li ber xwe dan, lê metod, rê, arguman, hêz û navgînên wan ên karkirinê têr nekirin ku dengê kurdan di qada Ewrupa û raya giþtî ya cîhanê de belav bibe. Daxuyaniya rewþenbîran a ku bi rêberiya Kendal Nezanê serokê Enstyituya kurdî ya Parîsê hate dayîn, bandoreke xurt çêkir û dengekî zexm belav kir li nav raya Ewrupa. Wekî din çalakî û kirinên di barê Yekîtiya Ewrupa de lawaz man.

 

 

Beriya ku ez bihêjmêrim dive kurd di pêvajoya muzakereyê de ewê çi bikin, bernameyeke çawa çêbikin, stratejiyeke çawa xêz bikin; dubare, sêbare dive bibêjim ku dive pêþî ”Bibin xwediyê ramaneke zelal, zanistî, neteweyî”, divê kadroyên “xwediyê kesatiyeke zelal, zanistî, kurdewar hebin, derkevin holê”.

 

Ev kar, bi perspektîfên þêlo, dijzanistî, dûrî çand, wêje, zimanê kurdî nabe. Ew kesê li ser navê kurdan ditevgere divê pêþî entelektuleke/î kurd be. Bi mêjî, ziman, çand, kesayetiya serdestên xwe, em nikarin gelê xwe rizgar bikin. Bi kurtî divê hinek dev ji rêberî, serektî, seroktî û serokatiya kurdan berdin. Bi sedan kesên ku îro li ser navê kurdan siyasetê bi rê ve dibin, bi tenê di gotinê de kurd in, heta hinek ji wan ne kurd in jî. Heta ku bajariyên me, xwende, rewþenbîrên me dernekevin qada siyasetê, siyaseta kurdî pêþve naçe.

 

Xwende û bajariyên me ewên ku bi ziman, ruh, zanîna muzîk, folklor, tore, wêje, dîrok û hemû heyîna xwe ve ne kurd û kurdewar bin … û ev kesên wisa ger ku vê kesatiya xwe ya kurdewar bi nasnameyeke medenî, zanistî, modern û gerdûnî re piþtrast nekin ango kadroyên me yên ku di asta hîç nebe siyasetmedarên Tirkiye de dernekevin holê siyaseta kurdî xurt nabe, proje, bernameyên ku ji bo bidestxistina mafê kurdan jî bi ser nakevin.

 

Dixwazim tiþtekî eþkere, rast û rê bipirsim: Gelo þert e ku siyasetmedarên kurdan an kurdên gundî bin, an ji kurdên asîmîlekirî bin? Gelo kurdek nikare hem modern, pêþketî, rewþenbîr be, heman dem kurdewar be, bi kurdî bixwîne, binivîse, bi zimanê xwe entelektuel be… Gelo niha li Tirkiye çend siyasetmedarên ku kovara Hawar, rojnameya Kurdistan û hemû klasîkên Kurdan xwendine hene? Çend siyasetmedarên ku li ser navê kurdan di piyasê de ne, roman, helbest, çîrokan bi zimanê kurdî dixwînin, an jî cîhana kurdîniyê diþopînin?

 

Bi ya min divê em di vê babetê de, lêkolîneke baþ li ser kadroyên baþûr bikin. Gelo dema siyasetmedarên wan bi zimanê xwe siyasetê dikin, hevokên xerabe, asîmîlekirî bi kar tînin. Belê ez meselê heta bi vir tînim, absurd dikim, biçûk dikim: Ew siyasetmedarê ku bi zimanê xwe ne entelektuel be, dikare xizmetê ji gelê xwe re bike, lê NIKARE RÊBERÝYÊ BIKE!

 

Ew kesê rêberê doza kurdan be, lê di hundirê xwe de ji xwe ne bawer be, bi xwe re ne durist be, yanî xwe wekî kurdekî nebîne, ewê çawa ji dil û xurt bikaribe doza kurdan pêþve bibe. Heta ez dizanim ku kesên wisa herdem di dilê xwe de ne rehet in, xwe biyanî dibînin, xwe wekî mêvan dibînin. Lewre jî tevger, gotin û her tiþtên wan çêkirî ango sexte ye. Her dem tirs di hundirê wan de ye, ew zanin ku rojekê xwediyê dozê ewê were û ewê kursî ji binê wan biçe. Mînak ez gelekî meraq dikim, dema Ahmet Turan Demir li ser kursiyê DEHAPê rûdiniþt çi difikirî, çi hîs dikir? Ma ne sosret e?  Ne ku partiyên yeknetew, homojen dibarêzim. Helbet li dinyaya pêþketî kes behsa van gotinan jÎ nake. Lê em zanibin ku li Tirkî kurd nebûne xwediyê tu statuyê. Kurd niha doza mafê neteweyî dikin, ger kurd jî bibin xwedî desthilatdarî, wê demê pirsgirêkên çînayetî û pirsgirêka baþbirêvebirinê dikeve rojevê, ew kat em nikarin van pirsê xwe bikin. Di vê babetê de dive gotinekê lê zêde bikim, li Baþûr Fransova Herîrî jî ne kurd bû, lê cihekî wî yê girîng hebû di bizava kurdî de. Lê yên xwedî agahdarî baþ zanin ku ev her du mÎnak ne yek tiþt in.

 

Lewre peþî dive em bibin xwediyê mêjî, raman, bîr û baweriyên zelal, em bibin xwediyê kadro û rêberên hiþzelal, orgînal (ne palyatÎf, sunî, çêkirî)…  

 

Piþtre wekî hemû miletan dive em demokrasî, tolerans, lihevhatin û xweþbîniyê biparêzin. Ramanên cûda bila hebin, lê em li ser ramanên hevpar ên muþterek li hev bikin. Li ber me êdî mînakên baþ jî hene. Va ye Li Baþûr birayên me, yekîtî û tifaqeke dîrokî pêk anîn. Êdî pîvan baþûr e. Kî yekîtî û biratiyê nexwaze, ew dilxwazê neyarê Kurdan e, kî nîfaq, fitne û fesadiyê bike nav kurdan bila ji me dûr be!

 

Ger siyasetmedar, rewþenbîr, nivîskar û zanayên neteweyekî nikaribin werin nik hev, ewê hoz û eþîr û qabîle çawa werin nik hev. Îro ji kurdan re tiþtê herî lazim rêxistin e. Peydabûna partiyeke modern e. Va ye, þert û merc hêdî hêdî guncav dibin.

 

Ji ber zelalbûna pêvajoyê û ji ber ku çerxa felekê li dinyayê û rojhilata navîn vê carê hêdî hêdî li gorî dilê kurdan îþareta zîvirînê dide û  beþek ji welatê wan rizgar bû, êdî gelek mijar û metodên ku kurd li ser wan li hev bikin, li dor werin ba hev zêde bûne, kurd êdî rehetir dikarin werin ba hev.

 

1.      Bi nasnameya kurdî avakirina partiyekê þert e. Êdî lam û cîma vê meselê nema. Hewce nake bi vir de û bi wirde em bibin û bînin. Daxwaza “tirkiyebûnê”ne  daxwazeke cidî ye. Avakirina partiyeke ku bibêje “belê ez partiya kurdan im”, þert e.  Helbet ne ku ew partî ewê bixwaze ji gelên din jî kes têkel bibin ewê li gor realîteya  kurdistanê û tirkyeyê kar bike.

2.      Li tirkiyê daxwaza federasyonê (digel ku mafê kurdan ê serf determinasyonê heye jî) êdî guncav e. Lê ji bo hêsanîkirina pirsgirêkê, divê ne li dijî rê û çareseriyên heta ku federasyon pêk were be. 

3.      Têkiliyeke baþ û dostane bi Yekîtiya Ewrupa û Amerika re divê were sazkirin.

4.      Beriya dirûþmeya “biratiya gelan û dostaniya bi gelên din”, lihevhatin, hevkarî, hezkirin, aþtiya navxweyî ji bo kurdan divê. Piþtgiriyeke ji dil bi baþûrê kurdistanê re divê. Ger kurd bi xwe re lihevhatî bin, ewê rehetir bikaribin bi tirkan re dostanî an jî biratiyê bikin. 

5.      Demokrasiyeke ji dil, berî her tiþtî demokrasiya navxweyî. Di nav partî, sazî, rêxistinên kurdan de peydakirina demokrasiyê. Divê partiya kurdî an partiyên kurdan demokrasiya navxweyî, ango di hundirê partiyê de demokrasiyê saz bikin.

6.      Divê bernameya partiyê nêzîkî lîberaliyê be lê ne li dijî polîtîkayên sosyal be.    

7.      Di avakirina dem û dezgehên civakî de, rola kesan girîng e. Divê partiyeke kurdan a ku ji kesên paqij, kesên ku tecrûbeya wan hebe, di nav têkoþîna kurdan de rolekî wan çêbûbe, jêhatî û layiq bin pêk were. Helbet ev krîterên subjektîv in. Lê çawa ku lîyaqat-jêhatîbûn û ked li her welatî ji bo kar pîvanên sereke ne, divê ji bo me jî bibin pîvanên bingehîn.    

8.      Divê rêxistinek xwe li ser çewtî, kêmasî û binketina rêxistineke din ava neke. Bi xwe xwediyê bîr û ray, bername û metodan be. Heta hemû tevgerên kurdan ên din ji xwe bihesibîne, xwedîtiyê li wan bike.

   9- Dive bi kirin, gotin û hemû îmaja xwe rê li ber dijminatiya kurd û tirkan neyê vekirin. Tu hareketek, gotinek ji teror û kirinên nemirovane re xizmetê neke. Yanî kurd wan tiþtên ku di qada navneteweyî de nikaribin biparêzin, nekin.

 

http://www.xelkedondurma.com/

 

 

 

 

 




Enkät
Är du medlem i någon förening?

Ja, kurdisk förening (155)
Ja, svensk förening (26)
ja, både svensk och kurdisk förening (66)
Nej (155)
Annat (34)