Ny sida 1

START

WEKURD
STUDIEGRUPPEN
LOBBYGRUPPEN
DIASPORAGRUPPEN
SAMARBETSGRUPPEN
DISKUSSION

Sök
 
Mest lästa
  Den censurerade krönikan
  Möt Jean MaxWell
  Hedersmord - Att fördöma på rätt grunder
  Presentation av samarbetsgruppen
  Turkiet - under demokratins täckmantel
 
Kommenterade
  Den censurerade krönikan
  Möt Jean MaxWell
  Hedersmord - Att fördöma på rätt grunder
  Barnspionage i Eden
  Våld i politiskt syfte

Lagar och konventioner  | Rapporter| Svenska | Kurdiska

EU-Projekt

Di derheqê Yekitiya Ewrûpa de siyaseta tevgera bakurê Kurdistanê çiye?

 

Bayram Ayaz

 

Hinek babet hene, pirsên stratejîk in, zêde girîng in. Di van mijaran de
hewceye civak û tevger xwedî helwestek diyar be. Babeta Yekîtiya
Ewrûpayê (YE) û peywendiyên Tirkiyê bi YE re ji bo tevgera Kurdistanê
babetek stratejîk e. Siyaseta Kurdan divê zelal be.

Eger em peywendiyên Kurdan û Tirkiyê bi YE re wek pirsêk stratejîk
dinirxînin, wê demê em ji xwe bipirsin: gelo birastî jî berê me li YE
ve ye? Me çi hêvî û daxwaz ji vê hevbendiyê heye? Pêwiste di vê mijarê
de siyasetek me a hevbeþ hebe. Ma siyasetek me wisa heye?
Gelek caran em xwe aciz dikin, dibêjin: „YE goh nade Kurdan,
tevgera bakurê Kurdistanê wek hevalbend napejirîne, tenê bi dewleta Tirk
re dide û distîne…“ û gelek tiþtên din. Hinek tew
peywendiyên YEê û Tirkiyê wek „dubarekirina Peymana
Lozanê“ jî bi nav dikin. Baþ e, em jî divê ji xwe bipirsin:

Me hêz û mecal heye ku em xwe li ser YE ferz bikin?
Peywendiyên dewleta Tirk bi YE re sala 1959 an de ji dema Kombenda Aborî
ya Ewrûpayê virde dom dike. Piþtî ku Yewnanistanê sala 1958an ji bo
endametiya Kombendê serî lê da, Tirkiyê jî bi hesabên stratejîk berê
xwe zêdetir da Ewrûpayê û xwest bibe perçeyek ji Ewrûpa. Sala 1963 di
nabeyna Tirkiyê û Ewrûpiyan de Peymana Enqerê hat îmzakirin. Ev çil û
sê sal in hevalbendîya wan berdewame û gîhaye pêvejoya îro.
Baþ e, helwesta Kurdan çi bûye?

Bi qasî ku di van sîh salên dawî de bi bîra min tê, xeta welatperwer bi
van meseleyan mijûl nedibû, Kurdên çep jî di vê babetê de wekî çepên
Tirkan difikirî, Ewrûpa perçeyek ji sîstema emperyalist-kapîtalîst didît
û li dijî van peywendiyan bûn. Siyasetek me Kurdan a xweser ku li
berjewendiyên miletê me bihata tunebû. Tevgera Kurd ne di wê rewþê
de bû.

Îro rewþa me çiye? Gelo îro siyasetek me a xweser heye?
Mixabin na, îro jî em xwedî siyasetek hevbeþ, rêk û pêk nînin.
Siyaseta em dimeþînin, revereva li dû bûyeran e, me siyasetek
tayînker nîne. Tirkiye û YE guft û goyan dikin, biryar tên girtin,
rêxistinên me jî –eger jê agahdar bibin- carna bi beyanekê, carna
jî bi serdanekê li ba dezgehek reaksiyonan nîþan didin. Vêca wisa
jî ti tesîrek me nabe.

Konseptek me Kurdan li gor pêdiviyên me yên neteweyî tune. Her rêxistinek
hin nêrînên xwe hene û em van nêrînan wekî yên hemû Kurdan
pêþkêþ dikin. Ev jî ne rast e.
PKK-DTP jibo gelê Kurd daxwaza maf û azadiyên indivîduel dike. Çend
rêxistinên me yên din di çarçoveya wekheviyê de daxwaza îkrara hebûna gelê
Kurd û bi destxistina mafên netewî dikin. Kurdên ser þopa siyaseta
dewletê jî wek dewleta Tirk difikirin. Eger em li xwe werin mikurê,
rewþa Kurdan li bakurê welat di vê pirsê de, rewþek ne
baþ e, tevliheve.

Em dev ji Kurdên dewletê û PKKê berdin. Qena nebe, ev rêxistinên me yên din
hewceye bi hevra siyasetek hevbeþ diyar bikin û daxwazên xwe bi
yek dengî bigihînin dezgehên YE.
Tevgera azadîxwaza bakurê Kurdistanê hewceye helwestek yekgirtî
nîþan bide. Heta divê li rê û imkanan bê gerîn ku bi welatparêzên
dora PKKê re jî jibo dengekî hevbeþ derkeve diyalog bê danîn.
Eger em bikarin hin Kurdên dewletê jî bikiþînin ba xwe hêj
baþtir dibe.

Çarçove divê çibe?
Em xelkekî qedîm in, xwedî çand û ziman û dîrok û ax û welat in. Li gor
belgenameyên hiqûqa navdewlî me jî wekî her xelkekî mafê çarenûsî heye û
em dixwazin li ser axa xwe bibin xwedî desthilatê û dewletê. Ser bingehê
wekheviyê, di nav aþitî û aramiyê de, bi hevpiþkdariya
sistemek demokratîk, em dikarin bi hemî gelên cîran re bi hevra bijîn.
Daxwazên me biçûk mezin hemî divê li ser navê tevgera xelkekî xweser bê
pêþkêþkirin. Kurd divê xwe hertim wek terefekî bibînin û bi
serbilindî xwe bi xwe temsîl bikin. Li ba EU jî!

http://www.pdk-bakur.com

 

 




Enkät
Är du medlem i någon förening?

Ja, kurdisk förening (207)
Ja, svensk förening (42)
ja, både svensk och kurdisk förening (89)
Nej (204)
Annat (41)