Ny sida 1

START

WEKURD
STUDIEGRUPPEN
LOBBYGRUPPEN
DIASPORAGRUPPEN
SAMARBETSGRUPPEN
DISKUSSION

Sök
 
Mest lästa
  Den censurerade krönikan
  Möt Jean MaxWell
  Hedersmord - Att fördöma på rätt grunder
  Presentation av samarbetsgruppen
  Turkiet - under demokratins täckmantel
 
Kommenterade
  Den censurerade krönikan
  Hedersmord - Att fördöma på rätt grunder
  Möt Jean MaxWell
  Barnspionage i Eden
  Kurdisk stolthet

Lagar och konventioner  | Rapporter| Svenska | Kurdiska

EU-Projekt


 

”Kurd bêkonsept in”

 

Axaftina Mûsa Kaval ya derbarê Yekîtiya Ewrûpa, Tirkiye û kurdan de

 

Ev gotar,  axaftina Mûsa Kaval e ku pêþkeþî semînera li Stockholmê ya bi navê “Di muzakereyên Tirkî yên ji bo endametiya YE de kurd” kiribû. Semînera ku bi desteke YE  ji aliyê WeKurdê ve hatibû amade kirin di 29ê cotmeha 2006an de li paytexta Swêd Stokholmê  hatibû lidarxistin.

 

Destpêk

Di destpêkê de ez gelek spasiya we dikim ku we ev firset da me em bên vêderê axaftinan li ser babeta girîng ku we hilbijartiye bînin ziman. Herwiha kêfxweþim ku ev xortên di komela we de ne û musteqbelî paþeroja Kurdistanê ne bo me gelek muhîme ku em dîtin û tecrûbeyên xwe bi wan re bidin parkirin û nîqaþ bikin.

 

Ez bêm ser pirsa xwedanasînê. Ez Musa Kava lim, li Parîsê dimînim. Ev dora 26 salane ez li Feransa me. Ji bakurê Kurdistanê ji herêma Hekarî me. Ev teqrîben 9-10 sal in ku tevlî konferansên navnetewî wekî yên YE dibim.

 

Digel imkanên xwe yên kêm jî em dixwazin nebes parastina gelê kurd, lê  teoriyên dîplomasiya Tirkiyê jî rexne bikin. Di wê derbarê de dîtinên nû bînine ziman û bidine qebûlkirin. Daxwaz û xebata me di ev dih sal in di vê çarçewê de dewam kiriye û dewam jî dike. Em dibînin ku li hemberî me dîplomasiyeke bêwijdan ya xurt heye ku ew jî ya dewletê ye û li ser hîmên înkarê hatiye çêkirin û gelek caran jî kariye bigihe armanca xwe. Em jî weke gelek kurdên din di vê babetê de dixwazin ku xebatekê ji bo gelê xwe di qada navnetewî de bikin.

 

Ez hez dikim axaftina xwe li ser sê xalan bînime ziman.

  • Helwesta Tirkiyê. Konsepta ku ew dixwaze li ser Yekîtiya Ewrûpa bide ferzkirin û li gorî wê, çarçowa muzakera bête tesbîtkirin.

     
  • Konsepta kurdan. Kurd cawa dixwazin ev pirsgirêk bê çareserkirin?

     
  • Konsepta Ewrûpa.

 

Gelo YE wê Lozanê bi dawî bîne yan na?

Pirseke ku hem kurd, hem tirk ji xwe dikin û her yek dixwaze bersiveke erênî li gora xwe bibîne ev e: Gelo pêvajoya muzakera bi YE re dê dogma Lozanê bi dawî bîne yan na? Kurd vê pirsê ji xwe dikin û ditirsin -heqê wan heye ku bitirsin jî- ku dogma Lozanê bi dawî neyê û te’kîda wê bê kirin. Ev jî ew e eger kurd li Tirkiyê wekî milet neyê naskirin û eger konsepta Tirkiyê bi ser bikeve. Kurd dixwazin dogma Lozanê bi dawî were.

 

Tirk jî dibêjin gelo ev pêvajoya muzakera ya endametiyê dê bibe sebebê wê yekê ku encamên konferansa Lozanê ji hole bêne rakirin. Ango ew siyaseta dewletê ku ji Lozanê heta niha li ser înkara kurdan tê meþandin bi dawî bê û di ciyê wê de konsepta li ser esasê naskirina gelê kurd bête qebûlkirin û pêþbikeve. Di vê çarçewê de mucadeleyeke dîplomasî, siyasî di navbeyna tevgera kurd de û îdolojiya netewperest ya ku îro li Tirkiye hakime tê meþandin û berdewame.

 

Tirkiye dixwaze YE bibe warisê konferansa Lozanê

Tirkiye dixwaze tevsîrekê bide krîterên Kopenhagê, bi taybetî jî krîterên siyasî. Krîterên siyasî yê Kopenhagê dewleta huqûqî ye, naskirina mafê kêmnetewane û prensîbên partisipasiyon, yan jî prensîbê ku milet bixwe karibe tesîrê li se dewletê bike, pluralizm hebe, hem di aliyê siyasî, hem di aliyê îdarî hem jî di aliyê çandî de. Tirkiyê di vê derê de baþ niyeta xwe diyar dike û di hemû munasebetan de tevsîra kêmnetewa ji aliyê wan ve nayê rojevê. Lewra ji bo wan mesela kêmnetewan li Lozanê hatiye halkirin û kêmnetewên ku hatine naskirin li Tirkiyê yahûdî, ermenî û yunan in. Ji bilî van ti kêmnetewên din nînin. Kurd, asûrî/suryanî yan jî kêmayiyên olî yên wekî êzîdiyan nayên qebûlkirin. Ji bo vê ew dibêje pirs bes pirsgirêka mafê mirovan e û di çarçewa mafê mirovan de mumkune pengav bêne avêtin û ev meseleyên din yên ji ber sedema þer bi aboriyê ve girêdide. Ji bona vê doza desteka aborî dike û îddîa dike ku ev mesele bi vê riyê dê bê çareserkirin.Bi awayekî dîtir Tirkiye dixwaze YE bibe warisê beþdarên konferansa Lozanê.

 

Weke terefê kurd em vê gelekî derveyî mantiqê dibînin û derveyî qaîde û quralên siyasî, dîplomasî jî dibînin û dibêjin ku Ewrûpa negirêdaye bi Lozanê ve. Gelek welatên ku îro di Ewrûpa de ne di Lozanê de nebûn û îmze jî nekirine. Ji bona vê jî ev tiþtekî gelekî bêmaneye ku YE bibe warisê Lozanê. Eger tiþtek wisa çêbibe dîskrîmînasyoneke duyemîn li dijî gelê kurd tê kirin. Lewra em dibînin ku di dema Lozanê de hemi miletên bindest ên împeretoriya Osmanî gihîþtin heqê xwe, dewletên xwe çêkirin lê kurd bêpar hate hiþtin. Kurd qebûl nakin ku carek din bêheq bê hiþtin.

 

Tirkiye dixwaze pirsa kurdî di nav çarçewa mafê mirovan de bihêle

Tirkiye di vê çarçewê de dixwaze pirsgirêka kurd ji cewherê xwe yê siyasî derxîne, bêxe mesela mafê mirovan. Lewra Tirkiyê her hewl daye ku muxatabekî siyasî ji bo kurdan nebe. Mesele, wextê ku YE digel komel û enstîtuyên kurdî dirûne Tirkiye zêde pê naêþe. Ji ber ku dema ku komel û înstîtu têne pêþ, pirs dimîne di çarçewa mafê mirovan de. Dema ku pirsgirêkên civakî hatin pêþ mesela ku di cewherê xwe de pirseka siyasiye dikeve planên duyemîn de û li paþ dimîne.

 

Ev rewsa ha heta demekê hem li Ewrûpa, hem jî li Tirkiyê xweþ dihat. Li Ewrûpa xweþ dihat çimkî wexta muxatebekî siyasî li pêþiya xwe nebîne, digel kurda zimanekî siyasî neaxive, tevger û partiyên kurd neke muxeteb wê gavê rexna Tirkiye zeîf dimîne, rexne bike jî wekî formalîte çêdibe. Ji bona Tirkiyê jî baþ dihate dîtin, çimkî mesele di çarçeweke teng de dimîne. Têkiliyên Ewrûpa-Tirkiyê dor 15-20 salan wiha dewam kir. Lê vê gavê hêdî hêdî rewþ tê guherandin.

 

Siyaseteke muþterek ya YE nîne

Em werin ser konsepta Ewrûpa. Mirov dikare bêje ku siyaseteke Ewrûpa ya muþterek derbarê pirsa kurdî de nîne. Ewrûpayeke yekbûyî ku siyaseteke xwe ye derve hebe tam çênebûye. Dewletên Ewrûpa cuda cuda di qadên navnetewî de têkiliyan dideynin. Her dewlet bi serê xwe têkiliyê xwe yên siyasî, aborî bi Tirkiyê re dideyne. Yanî nebûna siyaseteke hevpar ji bo YE astengeke. Lewra di raporên komîsyona YE de bal bêhtir tê kiþandin ser pirsên mafê mirovan. Tiþtekî balkêþ ev e ku di dengên resmî yên YE de navê ”kurd” wekî milet zehmet tê dîtin.

 

Li vir ez dixwazim xalekê zelal bikim. Komîsyon temsîla dewletê dike, parleman temsîla milet dike. Ji bona wê azadiya parlemanê zêdetir heye lê ya ku dewletê girê dide komîsyon e. Di belgeyên resmî yên YE de heta berî du salan navê kurdan xweþ derbas nedibû.

 

Pirsgirêka bingehîn: Kurd bêkonsept in

Pirsgirêk û astenga esasî ew e ku  me kurda nikariye konsepteke berfireh pêþþî YE bikin da ku em bikaribin pirsa kurdi ji çarçewa mafê mirovan derxînin û cewherê wê yê eslî bidine xwiyakirin. Di vê dema dawî de di vî warî de hin pengav hatine avêtin. Vê demê wekî têzekê em tînine holê ku pirsgirêka kurdî dibe pirsgirêka Ewrûpa jî. Lewra eger Tirkiye bikeve nav YE de 20 milyon zêdetir kurd dibine hemwelatiyên Ewrûpayê.

 

Eger Tirkiye bibe endamê YE tixûbên rojhilata Ewrûpa teqrîben 1500km ji Kurdistanê derbas dibe. Ewlekariya wê ya jeopolîtîkî û jeostratejî esasiye ji bo ewlekariya Ewrûpa. Pênc dewletên nû (Iraq, Iran, Sûriyê, Ermenîstan, Azerbeycan) bi riya Kurdistanê dibine cîranên Ewrûpa. Wekî din jî têkiliyên insanî, ticarî, çandî di navbeyna Ewrûpa û alema islamî, alewî, Qafqasya de di Kurdistanê re derbas dibe.

 

Kurd di herême de xwe wekî netewa çaremîn dibîne. Ew hem ji aliyê demografî de faktorekî esasiye, hem di aliyê jeostratejî de û jeopolîtîka xwe de jî dilê Rojhilata Navîn de ne û ev tixûbên hinde mezin di Kurdistanê re derbas dibin. Lewra di meslaheta Ewrûpa de ye ku bi çavekî realîst li pirsgirêka kurdî binere û kurd wekî netew bête qebûlkirin û li ser van esasan muzakere digel Tirkiye bêne kirin.

 

Eger Ewrûpa vê qebûl neke, Ewrûpa þaþiyeke mezin dike, lewra di vê herêma pir hesas de û divê dema ku neteweperestî, dijîtiya Ewrûpa û fanatîzma dînî pêþ de diçin de kes nikare loma li xortên kurdan bike ku helwestên tund dijî Ewrûpa wergirin. Çunkî wê demê Ewrûpa dibe sebebê wê yekê ku înkara siyaseta dewleta Tirk pêþde biçe, kurd bên pelçiqandin û ji bona vê çareserî di mesleheta Ewrûpa de ye.

 

Sîstema Tirkiye bersiva ihtiyaca demê nade

Çareserî di mesleheta Tirkiyê de ye jî, çunkî Tirkiye piþtî avakirina komarê heta niha bûye qurbanê îdolojiyeke neteweperest, nerealîst û sîstemên îdarî û siyasî li yên Tirkiye li ser bingeheke wisa hatiye çêkirin ku nahêle Tirkiye pêþde biçe. Di 1959 de Tirkiye daxwaza endametiya YE kir, di 63 de dosya hate qebûl kirin û hezîrana 2005ê jî muzakereyan dest pê kir. Di van 47 salan de dinya hate guherandin, lê Tirkiye li paþ ma. Sebebê vê jî ev sîstema îdarî û siyasî ya dewletê ye ku bersiva ihtiyaca demê nade. Mudaxele û bandora eskeran li ser siyasetê dibe sebebê ku aloziyên hene berdewam in û nikare çareser bike.

 

Rastî ev e ku ji avakirina dewleta Tirkiyê heta niha hertim Ewrûpa Tirkiye hembêz kiriye. Alîkariya wê ya madî, manewî, dîplomasî, siyasî kiriye. Lê digel vê jî Tirkiye heta niha nikariye yek pirsgirêka xwe ya esasî çareser bike. Nikariye aboriya xwe pêþ de bibe, eger alîkariya benqa dinyayê nebana Tirkiye weke Bangladeþ dima. Nikariye destûreke demokratîk deyne, 750 paragraf di qanûnên Tirkiyê de hene ku mafê kurda û demokrasiyê binpê dikin û li dijî normên Ewrûpa ne. Ji wan 750an belkî 100-200 reforme kiribin (di vê pêvajoya muzakereyên YE de) lê heman qedexe di qanûnek din de heye. Nikariye sanayîya xwe pêþ de bibe, sin’etê dike tev kopya ye, heta niha nikariye keþfeke cidî bike. Sebebê vê jî ew e ku sîstemê Tirkiye kiriye kirasekî hesin de û jê nikare pêþ de biçe. Ji ber vê em dibêjine ewrûpiyan ku Tirkiye divê sîstema xwe ya îdarî û siyasî biguhere, zihniyetê biguhere, rastiyan jî qebûl bike.

 

Tirkiye dewleteke unîter e. Sîstema unîter nayê maneya parçebûnê wekî ku Tirkiye dibêje. Unîter ew dewleta pir merkezî ye ku di hundirê xwe de cudahiyên kulturî, cografî naxwaze. Lewra ev sîstemên unîter hem pêþiya pêþveçûnan digrin hem jî bandora esker li ser dewletê berdewam dike. Em dibêjin ev sîstema unîter jî divê bê guherandin, di cihê wê de sîstemeke federal bê danîn. Sîstema federal dibe sebebê wê yekê ku ew hêz û enerjiya herêmî derkeve pêþ û dînamîzmeke nû çêbibe. Di heman demê de dibe sebebê wê yekê jî ku bandora esker li ser dewletê kêm bibe. Di dewleteke federal de esker zû bi zû nikare mudaxeleyî karê siyasî bike.

 

Stratejiyeke kurd ya sêmerheleyî pêwiste

Divê rexneyên me li ser helwesta kurdan be. Astenga esasî ya neçareserkirina pirsgirêka kurdî nebûna helwesteke muþterek ya kurdan e. Her partî, grûp û komele bi serê xwe tiþtina dixwazin. Di vê derê de mîsaqeke kurdî ya milî nîne. Ev þaþiyeke mezine û sebebeke esasiye ji bo ku Ewrûpa jî nikare helwesteke cidî wergire.

 

Li ser navê xwe, weke þexs ji bo çareserkirina Kurdistanê pêþniyaza min ew e ku siyaset û stratejiyeke sêmerheleyî bê danîn.

1 - Di merhela yekê de kurd nêzîkî hev bibin, mîsaqeke milî îmze bikin û adreseke siyasî weke konsey yan meclis deynin.

2 - Di merhela duyemîn de di xebata hundurî, navnetewî de hemû bi hev re bixebitin ku pirsgirêka kurdî çareser bibe.

3 - Piþtî pirsgirêka kurdî çareser bû statuya ji bo Kurdistanê hate danîn, wê demê meseleya sêyemîn problemek tê de nîne. Wê gavê her partiyek dikare doza îqtîdarê bike, projeyeke xwe ye xisûsî deyne. Lê vê gavê îqtîdar di destê dewletê de ye û pêwiste em mucadeleya iqtîdara li dijî hev deynin rexekî û bi hev re ji bo konsesusekê kar bikin.

 

Musa Kaval

2006-10-29

WeKurd

 

 

 

 

 




Enkät
Är du medlem i någon förening?

Ja, kurdisk förening (156)
Ja, svensk förening (26)
ja, både svensk och kurdisk förening (68)
Nej (155)
Annat (34)