|
Lagar och konventioner
|
Rapporter|
Svenska
|
Kurdiska
EU-Projekt
Yekîtîya Ewrûpayê, endametîya
Tirkiyeyê û pirsa kurdî
Nuh Ateþ
Komîsyona Yekîtîya Ewrûpa (YE)
li ser destpêkirina danûstandinên di derbarê endametîya Tirkîyê da sê
rapor/belge wesandin. Yek ji wana, rapora komîsyonê a peryodî li ser
navê “2004- Rapora Li Ser Pêþvaçûyîyên
Tirkîyê“ ye. Ya duyem, “Beyannameya Komisyonê ji Konsey û Parlemana
Ewrûpayê ra“
ye. Di rapora seyem da, qala
pirs û encamên ku bi endametîya Tirkîyê va girêdayî tê kirin.
Vajoyî daxwaza rêxistinên Kurdan,
Komîsyona YE di raporên xwe da, xasma di
rapora peryodî da, Kurdan wekî
hendikanî (mînorîte) dihesibîne. Bi gotineke din, wê Kurd wekî netew an
gel bi nav nekiriye. Bi vê tewrê, dide xuyakirin ku, ew rûmetê nade
hemdîya (îrade) Kurdan ya ku ji ber
þertên
halûhazir bi destê rêxistinên Kurdan ên sîyasî û civatî tê temsîlkirin.
Tenê carekê, (r.49) Kurd wekî grubgel (“Volksgruppe“) tên binavkirin.
Grupgel binavkirineke nêzikî peyva gel e, lê Komîsyonê ew bi çi meneyê
bi kar anîye ne dîyar e. Eceba Komîsyonê çima hewce dîtiye ku gotina
“grubgel“ bikar bîne?
Va nava carna ji boyî gelan yên
ku di dewleteke pirgelî da dijîn û bi meneya hendikanîya netewî tê
bikaranîn. Wekî tê zanîn, Tirkîyê rastîya xwe ya pirgelî napejrîne, xwe
wekî dewleteke yeknetew dibîne. Loma divê meriv
hewlbide ku rastîya Tirkîyê ya
pirgelî bê qebûlkirin. Ma komîsyonê nexwastibe ku bi vê binavkirinê
diyar bike, ku Kurd gel in jî, an jî pirsa kategorîze kirina Kurdan hîn
vekirî ye?! Ku wekî ehtimal bê hesibandin jî,
gerek meriv wê paþçav
neke û bikanibe li gora merema Kurdan bikarbîne.
Ji hêla din da, Komîsyonê bi
giranî qala pirsa kurdî di beþê
rapora peryodî ya li ser navê mafê meriv û hendikanîyan da kiriye.
Komîsyonê di rapora xwe da, gotinên wekî, “mafên hendikanîyan“ ,
“parêztina hendikanîyan“ û “maf û azadî bo Kurdan“ jî bi kar anîye. Lê
wê gerek nedîtiye an nexwaztiye ku vekirî tarîfa hendikanî û ya maf û
statûya wê bike; wê ev sernixmandî
hîþtiye.
Di lîteretûrê da, hendikanî bi navên wekî, “hendikanîya etnîyî“,
“hendikanîya zimanî“, “hendikanîya çandî“, “hendikanîya olî“,
“hendikanîya netewî“ tên rêzkirin. Yanê cisn bi cisn hendikanî heye. Ma
li gora dîtina
Komîsyonê Kurd çi cisn hendikanî ye? Wê bi
awayekî vekirî û zelal Kurd nexistine kategorîyeke ji vana û meriv
dikane bibê, wê va pirsa bervekirî hîstiye. Lê ji awayê ku di raporê da
hatiye katkirin, meriv dikane derbixe ku, ew Kurda wekî hendikanîyeke
çandî û zimanî dide xuyakirin.
Þayanî
gotinê ye ku, di navbera hendikanîya netewî û yên din da, herçiqas bi
minezere be jî, ferq heye. Li gora hen dîtin û pretîkan hendikanîya
netewî wekî netewekî piçûk di nav sînorê dewletekê da, an parek ji
netewekî parçebûyî tê dîtin û layiqî mafê xwe bi xwe îdare kirinê tê
pejrandin (qebûlkirin).
Kurd gel e û li Kurdistanê (Tirkîyê) piranî ye,
lê li tevayî Tirkîyê li gora krîtera hêjmarîyê hendikanî ye jî. Li wir,
meriv dikane bibê, ne Kurdên Kurdistanê, lê yên Anatolîyê hendikanî ne.
Hendikanî pirr caran bi meneya nispeta hêjmarîyê û xasma boyî komên ku
bi cûdatîyên zimanî, olî, etniyî û netewî ji piranîyê vediqetin, tê
bikaranîn. Tirkîyê, ji ber ku naxwazê cûdatîyên li ser vê bingehê
bipejirîne, dijî peyva hendikanî derdikeve. Ji ber vê jî, hewce ye ku
meriv, wexta ew li dijî binavkirina Kurdan wekî hendikanî derdikeve,
dîqet bike ku ew nekewe pêy þîara
“aslî unsur“ û bi vê rê, nêt ne ew be jî, nebe piþtbazê
fen û fut, þaþî
û þovenîya desthelatîya
Tirkîyê. Divê meriv xwe di paþ
gotinên han da veneþêre
û mereme xwe ya di derbarê maf û statûya bo Kurdan da bi awayekî eþkere
û zelal bîne ziman. Hun li tirt û virtên Tirkîyê mezmekin, li dawîyê ewê,
ger bibe endamê YE, mafê hendikanîyan li gora “ Peymana Ewrûpa ya
Çarçiva bo Parêztina Hendikanîyên Netewî“
bipejrîne.
Wekî tê zanîn, di statûya hendikanyan da, li
gora vê peymanê mafê kollektîf, wekî yê xwe bi xwe îdare kirinê tune ye.
Hendikanî, grubgel an gel, ji binavkirinê bêtirtir maf û statûya ku bê
dayîn an bê xwaztin jî giring e. Divê mafê Kurdan hebe ku, ew di çarçiva
sîstem û dewleteke pirgelî û federalî li gîstî Tirkîyê, bêyî ku sînor
bên guhêrîn, di derbarê jîyana xwe ya aborî, îdarî, sîyasî, çandî û pêþeroja
xwe da bi serî xwe û li herêma xwe bikanin kollektîf biryar bidin. Loma,
gerek Kurd bi statûya hendikanîyê, ger va mafa tê da tune be, qet razî
nebin.
Komîsyonê nexwaztiye an newêrîye ku navê welatê
Kurdan, Kurdistanê bîne ser
zimanê xwe.
Þûna vê, wê gotina
fermî ya Tirkîyê, “baþûrê
rojava“ bi kar anîye. Ewropî bêþik
navên welatên ku bi cîh û coxrafîya xwe wekî Kurdistnê ne, mînak
Katalanya, Bask, Kosova, Korsîka û yd. tînin ziman. Lê kîngê
dor tê Kirdistanê, ew dev û lêvên xwe nûre
serhev dikin û xwe li lalîyê dinin.
Di raporan da, meriv dikanê bibê, di derbarê her
mijarekê da kêm û zêde rexne û pêþnîyarê
Komîsyonê cîh girtiye. Tenê, di derbarê sîstema Tirkîyê ya
ûnîter-merkezî da qet tiþtek
nehatiye gotin. Ma ne va sîsteme ye, ku li ber bikaranîya mafê xwe bi
xwe îdare kirinê yê Kurdan astenga herî mezin e?
Helbet di raporan da, tiþtên
baþ jî, xasma di
derbarê demokratîze kirina Tirkîyê da hene. Berî her tiþtî,
eger Konseya YE, li ser tewsîya Komîsyonê sînyaleke pozîtîf boyî
destpêkirina danûstandinên endametîyê bide, hîngê guman heye, ku
heyamekî hînî çêtir dê boyî guhêrînên nû û berfereh pêyda
bibe.
Þayanî gotine ye, ku destpêkirina danûstandinên endametîyê û bi
rû wê da destketîyên li Kurdistanê (Irak) ê wekî du faktorên pozîtîf û
sereke bêguman tîneke tîr li çareserkirina pirsa kurdî bikin.
Xuya ye, ku endametîya Tirkîyê dê di pevajoyeke
dirêj û dijwar ra derbas bibe. Di vê pevajoyê da, eger meriv berendamên
wekî Bulgarîstan, Hirvatya, Romanya, Tirkîye û Kurdan jî wekî teref bide
ser, bîst û heft faktor dê xwedîyê rol bin. Ji ber vê jî, gerek e, Kurd
rojkê pêþ da, li gora
vê hazirîyên xwe bikin. Divê rêxistinên Kurdan berê di nav xwe da
dîyalog û yekdengîyeke pît pêk bînin. Eger va nebe, ewê di vê pevajoyê
da roleke
kêlekî bilîzin û di rêya bidestxistina merêma
xwe da bi ser nekevin; dest betal bimên.
Têbinî: Ev nivîsara (þîrove)
bo kovara Bîrnebûn, hêjmara 25 an hatiye amadekirin û ji rojnameyên
Kurdî Dema Nû û Peyama Kurdî ra bo weþandinê
hatiye þandin.
Bîrnebûn
Zivistana 2004an
|