|
Lagar och konventioner
|
Rapporter|
Svenska
|
Kurdiska
EU-Projekt
RAPORA
PLATFORMA KURDÊN LI EWRÛPA (PKE – PLATFORM)
LI SER
BERENDAMTÎYA KOMARA TIRKÎYEYÊ YA JI BO YEKÎTÎYA EWRÛPAYÊ
21.08.2004
Pêþgotin
Kurdistan di rojhilata navîn de weke welatekî ku, bi erdê xwe zêdeyî
500.000 km2 e û li dor 35 - 40 milyon nufûsa xwe, di nav sê
dewletên dagirker weke Tirkîye, Îran û Surîye de hatîye dabeþkirin.
Bêgûman Baþûrê Kurdistanê ji dagirkeriya Iraqê rizgar bûye û gelê kurd
wê beþê azad ji xwe re kiriye nimûne û lê xwedî derdikeve. Herweha ji
hemû cihanê re da dîyarkirin ku ew dikarin îdareya welatê xwe bikin.
Miletê Kurd bi tevayî îro di dinyayê de yek ji wan miletên bi nufûsa xwe
ya herî mezin e ku ne xwedî dewletek e. Herweha ne xwedî mafên xwe yên
neteweyî û demokratîk e jî.
Divê hemû kesên aþtîxwaz û demokrasîxwaz li ser vê pirsa girîng bifikire
û ji bo çareserkirina vê neheqîyê, piþtgiriya gelê kurd bike da ew jî
weke hemû milletan bigihêje mafên xwe yên rewa yên Neteweyî û
Demokratîk.
Miletê Kurd, yek ji neteweyên herî kevin û mezin yê Rojhilata Navîn e.
Weke hemû neteweyan, mafê kurdan jî heye ku qedera xwe bi destê xwe û bi
azadî tayîn bike, li ser axa xwe serbest û azad bijîn û îdareya welatê
xwe bi destê xwe birêve bibe.
Bûyer û guherînên ku ji 1989ê û vir de (taybetî jî, di van deh salên
dawiyê) ku li dinyayê û li welatê me pêk tên, çi bi erînî û çi bi neyînî
tesîra xwe li hemû dewlet û dezgehên nav-neteweyî dike.
Herçuqas di armanc û daxwazên sereke yê milletê Kurd yên neteweyî û
demokratîk de, tu guherînên bingehîn çênebûbin jî (ji bilî Baþûrê
Kurdistanê), bi guherînên "pêvajoya Îmralî"yê Komara Tirkiye(KT) bi plan
û projeyên li dijî berjewendiya gelê Kurd yên weke ”Komara Demokratîk” û
”Hevwelatiya Destûrî” û bi siyaseta xwe ya kedîkirinê dixwaze gelê kurd
ji desthilanînê bixe û teslîm bigre.
Lê, KT nikare bi vê siyaseta qirêj milletê kurd bixapîne. Ji ber ku
milletê kurd tu caran vê siyaseta teslîmbûn û kedîkirinê qebûl nekirîye
û îro jî nake.
Ne dewletên rojava û ne jî dewletên din yên di siyaseta cîhanê de
desthilatdarin, heta nuha ji bo çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê tu
gavên ciddî neavêtine. Di pirsa çareserkirinê de gelê kurd heta îro jî
wek xwedîyê pirsê, wek muhattab an wek terefê sêyem nehatine qebûl
kirin.
Bêgûman di navbêna dewletên YE ê de pirsa kurd bi sewîyeyeke pirr nizim
tê munaqeþe kirin, lêbelê di van munaqeþeyan de dîtin û pêþniyarên
xwedîyê dozê an xwedîyê pirsê nayê wergirtin.
Kêmasîyeke pirr mezine ku heta nuha tu dewletên YE ê, milletê kurd bi
awayeke fermî ne wek teref û ne jî wek xwedîyê pirsê qebûlkirine.
Þaþîtiyek pirr mezine ku YE, pirsa Kurd û Kurdistanê (Bakurê
Kurdistanê) bi Komara Tirkîyeyê (KT) wek “pirsa mirovî, çandî û ziman”
çareser bike.
Em careka din dîyar dikin ku gelê kurd ne kêmnetewe ye û bi dîroka xwe,
bi ziman û çanda xwe neteweyeke bi serê xwe ye. Loma jî divê di pirsa
çareserîyê de gelê kurd jî cihê xwe bigre. Heger ewa ne be, dê Pirsa
Kurd û Kurdistanê wek pirsgrêkeke girîng di rojeva YE ê de bimîne.
Herweha ewê careka din Tarîx Dubare bibe. Wek nimûne: Sala
1639 û sala 1923.
Çareserî ne tenê li gor berjewendiya dewletên YE û li gor berjewendîya
Komara Tirkiyê ye. Em hêvî dikin ku YE li prensîp û hêjayîyên xwe xwedî
derkeve û nehêle ku KT wan prensîp û hêjayîyan binpê bike.
Komara Tirkiye (KT) ji destpêkê heta îro hebûna kurdan wek milet înkar
kiriye û gava ku gelê kurd doza mafê xwe yên neteweyî û demokratîk
kirîye, bersiva KT her zilm û zordarî û jenosîd bûye.
Komara Tirkiyeyê ji bo sed hezar tirkên Qibrisê federasyonê kêm dibîne û
doza konfederasyonê û hetta dewleteke serbixwe dike; lê ji bo zêdeyî
bîst milyon kurdên Bakurê Kurdistanê tu mafan nas nake. Siyaseta Komara
Tirkiyeyê do jî û îro jî li dijî kurdan înkarkirin, asîmîlasyon û
jenosîd e.
Em Platforma Kurdên li Ewrûpayê PKE – PLATFORM, li pirsa
Kurd û Kurdistanê weke pirseke siyasî ya miletekî û weke welatekî
bindest û dabeþkirî dinêrin. Em rêya çareserîyê di qebûlkirina mafên
milletê kurd yên Neteweyî û Demokratîk de dibînin. Loma jî
çareserîyên wek “Komara Demokratîk” û “Hevwelatîya Qanûna Bingehîn” ne
çareserîne û dîtinên wusa, beþek ji wê siyaseta qirêj ya KT ye.
Pirsa nasnameya kurd
Li KT yê kurd bi nasnameya xwe nayê naskirin û hebûna kurdan wek Netewe
an Gel bi awayeke fermî heta îro jî nehatîye binavkirin.
-
Divê nasnameya kurdan ya neteweyî û hemû maf û azadîyên ku bi vê
nasnameyê ve girêdayî ne di Qanûna Esasî ya KTyê de weke mafên
kollektîf bên bicîhkirin û garantîkirin.
-
Divê nasnameya kurd, zimanê kurdî û welatê kurdan Kurdistan di
qanûna esasî ya KTyê de bê bicîhkirin û garantîkirin. Divê hemû
maddeyên îdeolojîk û fanatik yên ku di qanûna esasî ya KTyê de hene
werin derxistin û qanûna esasî ya nuh bê amadekirin.
-
Komara Tikîye, bi zanebûn navên gund û bajar û hemû deverên cografîk
yên ku bi kurdî bûn guherandîye û kirîye bi tirkî. Divê evan
guherandinan careka din ji nuh ve, di bin çavdêrîya YE ê û
rêxistinên civakî yên sivîl yên kurdî ve serast bibin.
Statuya zimanê kurdî û mafê perwerdekirinê
Divê zimanê kurdî jî wek zimanê tirkî bibe xwedî statuyeke resmî. Loma
jî, ji bo KTyê pêwistîya bernameyek taybetî ji bo pêþveçûn û parastina
zimanê kurdî heye.
Bi alîkarîya aborî ya YE ê û di bin çavdêrîya rêxistinên civakî yên
sivîl (NGO=Rêxistinên nehukumetî) û yên kurdan zimanê kurdî wek zimanekî
perwerdeyê were bikaranîn. Mamosteyên zimanê kurdî werin perwerdekirin.
Di vê hazirîyê de divê bikaranîna bîrûbawerîyên îdeolojîk û nîjadperest
neyên bikaranîn û di warê naverokê de mudaxuleya dewletê ne be. Heta ku
endametîya resmî ya KTyê ji alîyê YE ê ve bê qebûlkirin, divê her
hemwelatî bi zimanê xwe yê zikmakî di hemû sewiyeyan de, ji sinifa yekê
û heta dawîya xwendina bilind bibe xwedîyê mafên xwendin û perwerdeyê.
•
Divê enstîtûtîyeke taybetî ji bo parastin û bipêþdexistina zimanê kurdî
were damezrandin û Komara Tirkîye jî, ji bo bicîhanîna van erkan
berpirsîyar (mukellef) be.
Mafên xweîfadekirin û xwebirêxistinkirinê
Ji destpêka damezrandina KTyê heta îro, mafên azadîya fikirînê, xwe
îfadekirinê û xwe birêxistinkirinê, bi qanûnan hatiye qedexekirin. Bi
hezaran kes ji ber wan qanûnan ceza xwarin e û hatine îþkencekirin û
hepskirin. Ev rewþ di gel hin guherandinên biçûk, hê jî dom dike.
•
Azadîya fikir û serbestîya damezrandina rêxistinên sîvîl, demokratîk
û sîyasî bi nasnameya kurdî divê wek mafên bingehîn di qanûna esasîya
KTyê de bên bicîhkirin û garantîkirin. Herweha, divê qedexeyên ku heta
îroj jî li ser mafên axaftin û propagandaya sîyasî ya bi zimanê kurdî
hene, werin rakirin.
Peymanên navneteweyî û konvensîyonên ku KT îmze kiriye
Sîstema dadwerîyê û huqûqê divê ji binî ve li gor normên YE ê were
guherandin. Divê di pêvajoya dadwerîyê de zimanê kurdî û tirkî bi
alîkarîya tercumanan were bikaranîn.
•
Divê KT hemû þerh û þertên xwe yên ku ji bona pêþîlêgirtina maf û
azadîyên gelê kurd ku ne li gor pîvanên peyman û konvensîyonên
navneteweyî ne rabike û pêwistîyên pîvanên wan peymanan û konvensîyonan
bi tevahî bicîh bîne.
Pirsa
weþan û çapamenîyê
Li KT ê, pêwiste her du ziman (kurdî û tirkî) bi awayekî sîstematîk û
fermî werin bikaranîn. Ji bo çapkirin û weþandina pirtûkên zarok û
mezinan yên bi zimanê kurdî û ji bo rojnameyên kurdî, divê alîkarî û
teþwîqên aborî werine kirin.
•
Divê hemû weþanên çapemenî û ragîhandinê yên weke weþanên TRTyê, ji
bernameyên zarokan bigre heta bernameyên li ser ziman, kultur, dîrok,
nûçe û magazînan çawa bi zimanê tirkî amade dibin, herweha bi zimanê
kurdî jî amade bibin.
Rewþa penaberan û mafê vegerê tazmînata aborî
Kesên ku dixwazin vegerin warê bav û kalên xwe, divê ku ji alîyê YE ê,
NGO yên kurdî û dezgehên KTyê ve bên tesbît kirin û ji alîyê aborî ve
werin destek kirin.
Hemû gund û deverên ku hatine wêrankirin, berîya ku xelq vegerin cîhên
xwe; divê di bin kontrola YE ê de bên avakirin. Kes yan malbatên ku ji
mal û warên xwe hatine nefîkirin divê bi awayeke fermî werin tesbîtkirin
û bi awayeke fermî jî zerara wan li wan were vegerandin.
• Komara Tirkiyeyê di bin kontrola YE ê û NGO yên kurdî ji bicîhanîna
van erkan berpirsiyar e.
Cudahîya (ferqa) di navbera herêmên tirk û kurd de
KT ê ji despêkê û heta nuha ji bo pêþveçûna herêmên kurdî weke “herêmên
rojavayê Tirkiyeyê” ji bo avakirin û pêþdexistina herêmên Kurdistanê bi
zanebûn tu xebat û projeyên berbiçav pêk neanîye. Di navbera her du
herêman de cudahîyek pirr mezin heye.
•
Divê YE ê û KT ê, ji bo bipêþdexistina herêmên Kurdistanê bernameyeke
taybetî amade bike û di zûtirîn wext de vê BERNAMEYÊ derxîne pêþ û têxe
jiyanê.
Bernameyeke taybetî ji bo mafên zarokan û jinan
Li KT ê û Kurdistanê zarok û jinên kurd, du(2) beþên civatê ne ku di bin
sîstema asîmîlasyonê de herî zêde zerar dîtinin û hîna jî dibînin.
Zarokên kurd, ji ber asîmîlasyon û bêxwedîtîyê her demê di bin rewþeke
xirab de bûne. Gelek zarok û jin ji ber neçarî û bêalîkarîya dezgehên
fermî yên dewletê, bûne qurbana sîstemê û xwe di bazara laþêxwefirotinê
de dîtin e. Herweha gelek zarok ketine nav sîstema krîmînalîteyê. Bi
hezaran jinên kurd di bin zordestîyeke mezin de ne û hinek ji wan bi
rêya xwe kuþtinê, dawî li jiyana xwe anîn e.
•
Pêwîstîya zarok û jinên kurd ji alîkariya bi bernameyeke taybetî heye.
Ev kar û xebat divê di bin kontrola YE ê, bi beþdarîya NGO yên kurdî û
rêxistinên taybetî yên zarok û jinan ve werin meþandinê.
Pirsa aborî
•
Divê ji alîkarîya aborî ya ku ji terefê YE ê ve ji bo hazirîya
berendametîya KTyê hatiye qebûl kirin, beþek ji vê alîkariyê li gor
hejmara kurdan, ji bo bipêþxistina heremên Kurdistanê, zimanê
kurdî,xwendin û perwerdeya bi kurdî û ji bo bi serbestî vegera penaberan
were serf kirin. Ev alîkarî divê di bin çavdêrîya NGO yên kurdî û
yên Ewrûpayî de were serf kirin.
Rêya mekanizmayên ku kurd beþdarîya muzakereyan bibin
Di gel ku hejmara kurdan li KTyê ji siseya yek ya nifûsa giþtî be jî,
gelê kurd di pêvajoya muzakereyên YE ê û KTyê de, ne xwedî gotin û
statuyeke fermîne.
Di muzakereyên ku heta îro pêk hatine, gelê kurd weke teref beþdar
nebûnin. Delegasyonên KTyê, xwe wek temsîlkarê tirkan û kurdan nîþan
daye û didin.
Di pêvajoya pêywendî û muzakereyên ku bi KTyê re tên meþandinê de ku
kurd jî bikaribin beþdarî muzakereyan bibin, pêwîst e YE rêya
mekanizmayên beþdarîyê ji bo kurdan veke.
•
Ji bo ku di vê pêvajoyê de neheqî li kurdan neyêkirin, heta tarîx dayîna
muzakereyên bi KTyê re, divê di bin berpirsîyarîya YE ê de dezgeheke
çavdêrîyê pêk were.
Pirsa Kurdên li Ewrûpayê
Nêzîkî mîlyonek kurd li seranserê Ewrûpayê weke kurd û ewrûpayî dijîn.
Îro jî bi hezaran kurd ji ber zilm û zordariya dagirkeran berê xwe
didine Ewrûpayê. Maf û berpirsiyariyên kurdên li Ewrûpayê wek kurd û
ewrûpayî hene. Pirsa kurd, bi tevahî û bi hemû pirs û pirsgirêkên xwe
ve, êdî bûye pirsa Yekitiya Ewrûpayê.
Di pirsa entegrasîyonê de ji bo kurdan ya herî girîng ewe ku, kurd bi
nasnameya xwe ya kurdî bên qebûlkirin û naskirin. Ji ber ku kurd ne azad
û xwedî dewletek serbixwenin, loma jî ji bo çareserkirina vê pirs û
rewþê, divê kurd xwedî înîsîyatîfeke taybetî bin.
Jiyana rêxistinî ya kurdan li Ewrûpayê gelek dewlemend e. Bi sedan
rêxistinên sivîl û demokratîk bi awayekî gelek aktîf ji bo piþtgirîya
welatê xwe û ji bo pêvajoya entegrebûna bi civata ku tê de dijîn roleke
girîng dilîzin.
•
Divê li hemû welatên YE ê de, ji kurdan re mafên kulturî û kêmneteweyî
bête naskirin. Herweha civata kurd, weke civateke ku ne xwedî dewletek
serbixweye bête nirxandin û qebûlkirin.
Îroj, hejmara kurdan ya li tevahîya Kurdistanê ji 35 mîlyonan zêdetir e.
Bi tenê li Dewleta Komara Tirkîyeyê (KT) ji % 30 yê nifûsê kurd in. Di
hundirê sînorên Yekîtîya Ewrûpayê (YE) de nêzïkî milyonek kurd dijîn.
Di pêvajoya çareserîyeke adil û rewa ya ji bo pirsa kurd û Kurdistanê
de, van daxwazên li jêrîn, divê berîya destpêkirina muzakereyên
endametîyê ya di navbera KTyê û YE ê de pêk werin. Herweha divê YE jî
bibe çavdêr û garantorê vê yekê.!!!
-
Divê Konseya Ewlekariya Neteweyî û hemû dezgehên di ser qanûna esasî û
yasayên bingehîn re ne, bên belavkirin.
-
Dive Serokatîya Karên Dîyanetê bê belavkirin û ji hemû ol û mezheban
re azadîya bawerîya dînî bi wekhevî bê dayîn û dewlet teva karên
bawerîya dînî nebe.
-
Divê KT dev ji sîstema xwe ya kevnare, merkezî û otorîter berd e û
sîstemeke desenteralîze hilbijêre. Divê ji bilî kar û barên bergirîya
welêt û ji bilî karûbarên derve, hemû karûbarê din dewrî Îdareya
Herêmî ya Kurdistanê û Parlementoyeke Herêmî ya Kurdistanê bibe.
-
Divê rê li ber legalîzekirina tevgera sîyasî ya kurdî bê vekirin û
partîyên kurdî bi nav û nasname û programên xwe ve karibin bên
damezrandin.
-
Divê partîyên sîyasî neyên qedexekirin û girtin. Herweha, divê ji bo
temsîleke adil û rewa baraja ketina parlementoyê li gor pîvanên
dewletên YE ê bê seraskirin ango ji %10 bê %4an.
6.
Di pêvajoya berendametiya KTyê de, divê YE daxwaz û armancên kurdan jî
bide ber çavên xwe.
Bi
pirr kurtî jî be armanc û prensîbên Platforma Kurdên Ewrûpayê PKE –
PLATFORMê evana ne:
-
Miletê Kurd, yek ji neteweyên herî kevn û mezin yê Rojhilata Navîn e.
Weke hemû neteweyan, mafê kurdan jî heye ku qedera xwe bi destê xwe û
bi azadî tayîn bikin; li ser axa xwe serbest û azad bijîn û îdareya
welatê xwe bi destê xwe birêve bibin.
-
Dewleta Komara Tirkiyeyê ya kolonyalîst, ji destpêkê heta îro hebûna
kurdan weke milet înkar kiriye. Îro jî vê siyaseta xwe ya înkarkirinê
ya nîjadperest û kolonyalîst didomîne.
-
Divê Komara Tirkiyeyê rê li ber çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê
veke. Çareserî jî, di qebûlkirina mafên miletê Kurd yên Neteweyî û
Demokratîk de ye.
-
Zimanê kurdî wek zimanê tirkî divê bibe xwedî statuyeke resmî. KTyê
divê ji bo pêþveçûn û parastina zimanê kurdî bernameyeke taybetî bide
pêþîya xwe.Divê zimanê kurdî bibe zimanê xwendin û perwerdekirinê û yê
ragîhandinê û di her sewîya dibistan û xwendegehanên dewletê de yên
resmî.
-
Divê dewletên Yekîtîya Ewrûpayê, li ser çareserkirina pirsa kurd û
Kurdistanê rawestin û piþtgirîya hêzên kurdan bikin da ku çareserîyeke
rewa û daîmî ya ku ji alîyê kurdan ve bê qebûlkirin, derkeve holê.
Pirs, bi tenê bi "însafa" dewletên dagirkerên Kurdistanê ve neyê
hiþtin.
-
Miletê Kurd tu caran nîrê bindestiyê û siyaseta teslîmbûn û kedîkirinê
qebûl nekiriye û îro jî qebûl nake. Heta miletê Kurd, mafên xwe yên
neteweyî û demokratîk bi dest nexîne, wê têkoþîn û xebata xwe
bidomîne. Ji ber vê yekê, divê Komara Tirkiyeyê dev ji vê xewna pûç
berde, vê rastiyê bibîne û rê li ber çareserkirina pirsa kurd û
Kurdistanê veke. Riya çareseriyê qebûlkirina mafên miletê kurd ên
neteweyî û demokratîk e.
Em weke Platforma Kurdên li Ewrûpayê PKE- Platform, bangî
rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), YE, Rêxistina Ewleyî
û Hevkarîya Ewrûpayê (REHE) û bangî hemû rêxistinên navneteweyî
dikin ku pirsa kurd û Kurdistanê di rojeva xwe de bi cih bikin û herweha
ji bo çareseriya vê pirsê bixebitin.
Em dixwazin dengê xwe bigihînin Yekîtiya Ewrûpayê ku rê nede Komara
Tirkiyeyê da ku normên Yekîtiya Ewrûpayê (YE) dejenere bike. Heta ku
Komara Tirkiyeyê bi rêyên aþtiyê ji bo çareseriya pirsa kurdî gavan
neavêje; divê Yekîtiya Ewrûpayê alîkariya xwe ya siyasî, leþkerî û aborî
de bi hesasiyet be.
Tu miletî weke kurdan êþ û kûl û azar ji destê zulm û terorê
nekiþandiye. Heta ku kurd mafên xwe yên neteweyî û demokratîk bidest
nexînin, ne li Kurdistanê, ne li welatên dagirkerên Kurdistanê (Tirkiye,
Îran, Iraq û Sûriye) û ne jî li Rojhilata Navîn aþtî, aramî û demokrasî
pêk nayê.
Platforma Kurdên Li Ewrûpayê (PLATFORM), di wê bawerîyê deye ku,
muzakereyên di pêvajoya berendametiya KTyê û danûstendinên wê yên bi YE
ê re, li ser rewþ û pêþeroja kurdan jî xwedîyê tesîreke mezin, girîng û
pirralî ye. Li gel vê yekê jî kurd bi îradeya xwe ya sîyasî û azad
weke xwedîyê dozê û teref di vê pêvajoyê de cîhên xwe nagirin.
Dive kurd, di pirsa kurd û tesbîtkirina statuya Kurdistanê de xwedî peyv
û desthilat bin.
21.08.2004
Platforma Kurdên Li Ewrûpa
PKE - PLATFORM
http://www.pke-platform.com
|