Ny sida 1

RÛPELA SERÎ

WEKURD 
LÊKOLÎN 
LOBΠ
DIYASPORA 
HEVKARΠ
GUFTÛGO 

Lêgerîn
 
Yên pir hatîne xwendin
  Hevpeyvîn bi Jabar Amîn re
  Hevpeyvîn bi Gulan Avci re
  Berbijêrek parlemanê ji Helepçê
  Hevpeyvîn bi Amîneh Kakabaveh re
  Hevpeyvîn bi Bêrîvan Mohammed re
 
Yên þîrovekirî
  Semînera ”di muzakereyên Tirkî yên ji bo endametiya Yekîtiya Ewrûpa de Kurd” pêk hat.
  Hevpeyvîn bi Bêrîvan Mohammed re

Rêznama Welatparêzên Kurdistanê (WeKurd)

 

 

Armanca rêxistinê, nêrîn û tekilî bi rêxistinên din re

Armanca rêxistinê, nêrin û tekili bi rexêstinên din re
Rêxistina WeKurd
Navenda WeKurd
Endametî
Ji endametî dûrxistin
Civîna salane
Civîna awarte ya salê
Biryarên civîna salane û civîna awarte
Komîta rêvebir
Katib
Guhertinên rêznamê
Hilweþandina rêxistinê
 

Armanca rêxistinê, nêrîn û tekilî bi rêxistinên din re 

§ 1. Welatparêzên Kurdistanê (WeKurd) rêxistineke berjewendiyê ye.

       WeKurd rêxistineke serbixwe ye û ne girêdayî ti rêxistinek olî yan siyasî ye.

Armanc û mebesta rêxistinê:

Afirandina hevkarî û hevbendiyê di navbera kurdan de ji bo ku di qada navnetewî de xwedî dengekî hevbeþ bin.

Teþwîqkirina kurdan ji bo xwendina akademîk û pêkanîna lêkolînên zanistî

Ronîkirina rewþa Kurdistanê û pêþxistina daxwazên kurdan ên netewî

Pêþvebirina netewesaziya demokratîk li Kurdistanê

 

Rêxistina WeKurdê 

§2. WeKurd ji rêxistineke navendî pêk tê. Dezgehên rêxistinê yên biryargirtinê civîna salane, komîteya rêvebiriyê û komîsyonên kargerî ne. 

 

Navenda WeKurdê 

§3. Navend û þaxa WeKurdê li Stockholmê ye.

 

Endametî

§4. Mafê endametiyê 

Herkesê ku þertên benda §1 dipejirîne dikare di nava  WeKurd  de cî bigre.

Herkesê ku heqê endametiya xwe (ku ji aliyê civîna salane ve tê biryardan) bide dikare bibe endamê/a WeKurd.

Cîgirtina di nava rêxistin û saziyên din de ji bo endametiya WeKurdê ne astenge. 

§5. Erk û berpirsyariya endaman.

Hevgirtin û pêsvebirina rêxistinê erka her endamekî WeKurdê ye.

Endamên WeKurdê mecbûrin li gorî biryarên ku di çarçova destura WeKurdê de hatine girtin tevbigerin.

 

Ji endametî dûrxistin

§6. Ji endametîdûrxistina bi sedema nedana endametiyê.

Endamê ku tevlî ku agahî girtiye jî heta dawiya salê endametiya xwe nerazandiye, ji endametiyê dikare were dûrxistin.

§7. Dûrxistina endam ji ber sedemên din.

Eger endam bi zanîn li dijî rêznamê û biryarên ku ji alî rêxistine de hatine girtin, derkeve, rêz negre û li hember wan tevbigere, endamtiya wî/wê jê tê wergirtin.

Endameti ji aliyê komîta rêvebir ya rêxistine ve, bi 2/3 ye dengan bi dawi tê.

§8. Gilîkirina dûrxistina ji endametiyê.

Endamê ku ji endametiyê were dûrxistin, di civîna salane ya dahatû de, dikare îtîraza xwe pêþkêþ bike. Heta wê civînê endametiya endam cemidandiye.

 

Civîna salane

§9. Dezgeha herî bilind ya rêxistinê, civîna salane ye, ku herî dereng di 21ê Adarê de divê were lidarxistin. Cih û kat ji aliyê komîta rêvebir ve tê hilbijartin.

§10. Bi kêmasi 6 hefte berya civîna salane endam têne agahdarkirin da ku bikaribin xwe ji bo pêþniyazên nû amade bikin.

§11. Hemû  pêþniyaz ji aliyê civîna salane ve tên nirxandin. An tên pejirandin, an jî redkirin. Divê pêsniyaz bi kêmasî çar hefte beriya civîna salane bigihîjin komîta rêvebir ya rêxistinê. Mecbûriya komîta rêvebiri tine ku pêþniyazên piþti çar hefteyan hatinî binirxîne, lê belê bi 2/3 dengên endaman ew peþniyaz dikarin bikevin rojeva civînê.

Dive komîta rêvebir di derheqê peþniyazan de fikir û ramanên xwe eþkere bike.

§12. Kirdeyên ku li jêr hatine rêzkirin, dive bi kemasî 2 hefteyan beriya civîna salane bigihîjin destê beþdarên civînê û endamên rêxistinê.

1) Çalakiyên komîta rêvebir û rewþa aborî.

2) Pêþniyaza bernama rojev û xebatê.

3) Nêrîn û agahdariya komîta rêvebiri li ser pêþniyazên ku di dema xwe de gihîþtine destê komîta rêvebir.

4) Pêþniyaza komîta rêvebir li ser bernama çalakiyan.

5) Pêþniyazên din yê komîta rêvebir.

6) Lijneya amadekariya hilbijartinê, di çarcova rêznameya rêxistinê de.

7) Pêþniyaza komîta rêvebir ji bo lijneyeke hilbijartinê ya sala dahatû.

§13.Pêþniyaz ji bo bernama rojeva civîna salane, ji hêla lijneya komîta rêvebir ve tê amadekirin. Bendên jêrin divê herdem di rojevê de bin.

1) Amadekirina kaxizên dengan.

2) Mêzeke da ku civîn li gora destûra rêxistinê, di wexta xwe de tê lidarxistin.

3) Hilbijartina dîwanê:

a. Birêvebirê dîwanê

b. Sekreter

c. Du kes ji bo sererastkirina biryaran

d. Du kes ji bo jimartina dengan.

4) Rizgarkirina komîta rêvebir ya berê ji berpirsiyariyê.

5) Hilbijartina komîteya rêvebiriyê ya nû: Birêvebir, kasor û cîgir ji bo salekê têne hilbijartin. Lê pênc endamên eslî ji du salan tên hilbijartin.

6) Hilbijartina du hesabdaran û du cîgiran.

7) Hilbijartina komîta amadekariya hilbijartinê: Sê endamên eslî, yek ji wan berpirsê amadekirina kombûnê. Du cîgir.

8) Rewþa aborî.

9) Biryara nûnertiya rêxistinê (komelayê) di qada fermî de.

§14. Protokola sererastkirin, divê bi kemasi þeþ hefte piþtî civînê, ji endamên civîne re were birêkirin.

 

Civîna awarte ya salane

§15. Civîna awarte li ser daxwaza komîta rêvebiriyê, an jî li ser daxwaza 2/3 ji endaman tê lidarxistin. Di vê civînê de, bes sedemên ku civîn daye çêkirin tên minaqeþekirin.

§16. Banga ji bo civîna awarte, divê bi kêmasi sê hefte beriya lidarxistina civênê, ji aliyê birêvebiriyê ve ji endaman re bê þandin. Pêþniyazên komîta rêvebir ji bo rojev û karûbarên din di bangewaziyê de tê diyarkirin.

§17. Divê encama civînê, bi awayekî sererastkirî, bi derengî þeþ hefte piþti civînê bikeve destê endaman.

 

Biryarên civîna salane û civîna awarte

§18. Dema ku bangewaziyên civîna salane û ya awarte hatin þandin ew li gora destûra rêxistinê dibine biryar.

§19. Her endamê ku endametiya xwe ya salê û ya sala derbasbûyî berya þandina bangewaziya civînan dabe, mafê wî/wê heye ku beþdarî civîna salane û ya awarte bibe. Bi þertê ku endam, beriya ku  dema agahdarikirina  beþdariya civînê bi dawi nehatiye, endametiya xwe daye.

§20. Dengê endamên komîta rêvebir û cîgirên wan nîne ku beþdarî dengdana ku rêvebiriyê ji berpirsiyariya wan azad dike bibin.

§21. Mafê hemê endamên WeKurdê, yên ku di civîne de amade ne, heye ku dengê xwe bidin.

§22. Di civînan de bi 2/3 dengan biryar dikarin weke pêþniyazên ku dereng ketine destê rêvebiriyê, bên taloqkirin heta civîneke din. Ku endam bixwazin dikarin ji bo vê biryarê vekirî deng bidin. Di hilbijartina kesan de dengdan dikare bi awayekî veþartî be.

 

Komîta rêvebir

§23. Komîta rêvebir ji birêvebir, hesabdar, pênc endamên eslî û du cîgiran pêk tê.

§24.Birêvebir û hesabdar ji aliyê civînê ve ji bo salekê tên hilbijartin. Pênc endamên eslî ji bo du salan tên hilbijartin. Herdu cîgir jî ji bo salekê tên hilbijartin. Endamên komîta rêvebiriyê û cîgir dikarin careke  din jî bêne hilbijartin. Civîna salane û ya awarte dikare yekî/e din bi cî bike dema ku cihek di komita rêvebiriye de vala bimîne.

§25. Civîn li ser banga birêvebir an jî komîta rêvebiriyê tên lidarxistin. Cihûkat ew bi xwe biryar didin.

§26.Cîgirên komîta rêvebiriyê dikarin di civînan de beþdar bibin û mafê wan yê pêsniyazaninê heye. Cîgir dikarin, dema ku endamên eslî ne amadebin, dengê xwe bidin.

§27. Ji bo ku komîta rêvebir bikaribe biryareke nuh derxîne, divê, bi kêmasî çar endamên eslî amadebin. Dema ku, ji bo biryarek nuh, deng wek hevbin, ji bo biryargirtinê piþk tê avêtin.

§28. Mafê komîta rêvebiriyê heye ku kar bide yek an jî hinek kesen ku nexwedî mafê dengdanê ne.

§29. Mafê komîta rêvebiriyê heye ku komîsyonên karger hilbijêre.

 

Katib

§30. Birêvebir û hesabdar berpirsên karûbaren rêxistinê yê fermî ne.

 

Guhertinên rêznamê

§31. Kesên ku bixwazin guhertinê di destûra rêxistinê de bikin, divê çar hefte berya civîna salane, pêþniyazên xwe ji komîteya rêvebir re biþînin. Ev pêþniyaz divê du hefte berya civînê bigihîjin destê beþdarên civîna salane.

§32. Rêzname, bes di civîna salane de dikare were guhertin, lewra 2/3 ji dengê beþdaran pêwist in.

 

Hilweþandina rêxistinê

§33. Pêþniyaza  ji bo hilweþandina komelê, di civîna salane de, divê bi kêmasî du hefte berya civînê ji hemû endamên komelê re werin þandin.

§34. Ji bo hilweþandina komelê, bi þertê du hilbijartinên li pey hev, di navbera du salan de,  4/5 dengên beþdaran pêwist in.

§35. Di rewþa hilweþandina komelê de, civîna salane biryar li ser deyn û hebuna komelê dide.

 

 

 




Anket
Di hilbijartinan de pirsa ji bo te herî girîng çi ye?

Kar (10)
Pirsên întegrasyonê (4)
Xwendin (10)
Helwesta derbarê Kurdistanê de (65)
Pirsên din (5)

 

 


WeKurd | Endametî | Kontakt

Copyright © WeKurd 2006