|
Danasîn
Welatparêzên Kurdistanê (WeKurd) rêxistineke
serbixwe ye, ew ne girêdayî ti partiyên siyasî yan olî ye. Rêxistin, di
dawiya sala 2005an de ji aliyê çend xwendevan û akademîsyenên kurd ve,
bi armanca ku bibe bersiv beramber bûyerên ku li Kurdistanê rûdidin
hatiye avakirin. Armanca WeKurd ew e ku bibe pirek di navbera kurdên
Kurdistanê û yên diyasporayê de.
Konsepta WeKurd ya navxweyî belavkirin û
pêþvebirina fikr û zihniyata demokratîk e, ya derve jî xebatên bi
mexseda daxwazên mafê çarenûsa netewa kurd e. Rêxistin di wê baweriyê de
ye ku ji bo karekî serkeftî were kirin pêwistî bi rêbazên zanistî û
demokratîk hene.
Di bernameya rêxistinê paragrafa yekem de armanc
wiha hatine ziman:
1) Afirandina hevkarî û hevbendiyê di navbera
kurdan de ji bo ku qada navnetewî de xwedî dengekî hevbeþ bin.
2) Teþwîqkirina kurdan ji bo xwendina akademîk û
pêkanîna lêkolînên zanistî
3) Ronîkirina rewþa Kurdistanê û pêþxistina
daxwazên kurdan ên netewî
4) Pêþvebirina netewesaziya demokratîk li
Kurdistanê
Ji bo ku bikaribe xebateke li gorî stratejiya jorîn
bimeþîne, rêxistin ji bingeheke desentralîze pêk hatiye, ku karê wê ji
aliyê çar komîsyonên sereke ve tê meþandin. Komisyonên xebatê xwedî wê
însiyatîfê ne ku bi xwe bernameya xwe ya kar diyar bikin û biryaran
bidin. Erkê birêvebiriyê ew e ku xebata van komîsyonan bi hev ve girê
bide û koordîne bike. WeKurd ji van çar komîsyonên jêr pêk tê:
- Komîsyona lêkolînê
- Komîsyona lobiyê
- Komîsyona hevkariyê
- Komîsyona diyaspora kurdî
Ji bo agahdariyên berfirehtir derbarê komisyonan de
ji kerema xwe li danasîna komîsyonan binêre.
Eger tu xwe nêzîkî vê xetê dibîne û tu amadeyî dema
xwe bide vê xebatê kerem bike pirsên xwe û dîtinên xwe biþîne
info@wekurd.com
|